Jinên Kurd ên li Ermenîstanê şîdeta li dijî jinê şermezar kirin

Jinên Kurd ên li Ermenîstanê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî li hev civiyan.

Civîn li gundê Rayataze yê ser bi navçeya Aqbaranê ya Ermenîstanê bi pêşengiya Kurdistan Komîte pêk hat. 

Endama Kurdistan Komîte Medya Rêzan li civînê axivî û di destpêkê axaftina xwe de hemû şehîdên têkoşîna azadiya jinê bi bîr anî.

Rêzan destnîşan kir ku qîrîna sê xwişkên Mîrabel a li Domînîkê bilind bû, îro li tevahiya cîhanê deng vedaye û bûye meşaleya têkoşînê ya jinan û gelên bindest.

Di dewama axaftina xwe de Rêzan bal kişand ser rola fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê di têkoşîna azadiya jinê de û diyar kir ku jinên Kurd ên bi têkoşîna PKK'ê re cihê xwe di nava jiyana şoreşgerî de girtin, îro li Rojhilata Navîn bûne pêşeng.

Medya Rêzan di şexsê fermandara YJA Star û HPG'ê Delal Amed de hemû şehîdên şoreşê bi minetdarî bi bîr anî.

Piştre dayikên beşdarî civînê bûn mafê axaftinê kirin û bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Dayikan gotin ku ew nema dikarin xwe li rewşa girtî ya Rêberê xwe ragirin û bang li tevahiya gelê Kurd kirin ku bibin yek ji bo Rêberê xwe azad bikin.

Civîn bi qîrîna dirûşma "Jin jiyan azadî", "Bijî Serok Apo" qediya.