Jinên Kurd ên li Belçîkayê wê 25'ê Mijdarê dakevin qadan
Tevgera Jinên Kurd a Belçîkayê (YJK-B) bernameya çalakiyan a ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê eşkere kir.
Tevgera Jinên Kurd a Belçîkayê (YJK-B) bernameya çalakiyan a ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê eşkere kir.
Jin amadekariyan dikin ku 25'ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê dakevin qadan. Yekîtiya Jinên Kurd a li Belçîkayê (YJK-B) têkildarî çalakiyên ku wê 25'ê Mijdarê li dar bixe, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de işaret bi êrişên cihêreng ên li dijî jinan hate kirin û hate gotin, "Di demeke wiha de ku li hemberî gel û jinan êriş tên kirin, Tevgera Jinên Kurd dîrokê dinivîsîne ku li Kurdistanê û her devera cîhanê bûye mînak ji tevgerên jinan re."
'JI BO HESABPIRSÎNA JI ERDOGAN WÊ JIN DAKEVIN QADAN'
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û çeteyên wî bi salan li pêş çavên cîhanê jin qetil kir û hate gotin, "Ev rewş êdî nayê qebûlkirin. Ji bo hesab ji Erdogan bipirsin jin wê dakevin qadan. Em jî bi navê Tevgera Jinên Kurd a li Belçîkayê, radigihînin ku em ê bi rengekî çalak tevlî kampanya '100 sedemên ji bo darizandina dîktator' bibin ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ve hate destpêkirin.
Jin hemû bi daketina qadan dikarin faşîzmê têk bibin û li qadên têkoşînê dikarin azad bibin. Ji bo darizandina Erdogan, ji bo serketina jinên azad divê jin dakevin qadan. Bi navê YJK-B em ê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna dijî Tundiya li Jinê her roj çalakiyan li dar bixin."
Li ser bernameya çalakiyan a 25'ê Mijdarê ya li Belçîkayê ev agahî hatin dayin:
* 22'ê Mijdarê, Saet 12:30, Bruksel, Gare Centrale-Miting
* 22'ê Mijdarê, Saet 12.30, Liege, Place Saint Lambert-Miting
* 24'ê Mijdarê, panela onlîne ya bi mijara 'Analîzkirina tundiya li jinê û birêxistinkirina berxwedanê'
* 28'ê Mijdarê, Saet 14:00, Anvers, Gare Centrale-Miting