Jinên ku li Silopiyê hatibûn qetilkirin li Riha û Dêrsimê hatin bibîranîn

Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir ên ku ji aliyê dewleta Tirk li Silopiyê hatibûn qetilkirin li Dêrsimê û Rihayê hatin bibîranîn.

RIHA

Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Rihayêji bo bîranîna Sêvê Demir, Fatma Ûyar û Pakize Nayir bernameya bîranîne li dar xist. Meclisa Jinan, bername li avahiya HDP'ê ya Rihayê pêk anîn. Di bernameyê de Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu û gelek kesên din amade bûn. Siyasetmedarên Kurd Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez ji hatin bibîranîn. Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu, hemû jinen ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn û wiha got: "Di ser kuştina li Parîsê re 7 sal derbas bûn, lê hêj kujer 3 jinên Kurd nehatiye ronîkirin û nehatiye darizandin. Der barê dosya 3 jinên Kurd ên Sîlopiyê de jî hêj tu gav nehatine avêtin. Yên li Silopiyê 3 jinên Kurd qetilkirin û yên li Parisê 3 jinên Kurd qetil kirin heman feraset in. Gelê Kurd û jinên Kurd ew ê li dijî hemû tundî û komkujiyan li ber xwe bide û têbikoşe."

DÊRSIM

Rêxistina HDP'ê ya Dersîmê jî bi heman armancê daxuyaniya nivîskî da. Rêxistina HDP'ê destnîşan kir ku “Pêşengên tevgera jin bi zanebûn û bi armanc tên kuştin. Em ê li dijî feraseta ku jinan dikujin têkoşîna xwe berdewam bikin."