'Jinên ku li dor HDP'ê hatin cem hev divê çalaktir bin'

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan, ''Jinên ku di nav HDP'ê de pêşengiyê dikin, di qadên ziman, çand, perwerde, meyzandina zarokan û debarê de, dikarin çalaktir bin.''

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan di Stêrk TV de, di bernameya Rojava Jinê de têkilî rojevê axivî. Erzîncan çalakgerên greva birçîbûnê slav kir, bi bîr xist çalakiya bi mebesta ku tecrîd bi dawî bibe 5 meh li pey xwe hiştine, çalakî gihaştiye armanca xwe û got, ''Di vê çalakiyê de ya ku bi pêşengiya heval Leyla Guen dest pê kirî û hevalên me yên ku li Strasboûrg, girtiyên PKK'ê-PAJK'ê, li Mexmûrê Fadîle Tok, li Hewlêrê Nasir Yagiz, Îmam Şîş û li her deverê ketin greva birçîbûnê tecrîda li ser Rêbertî kirine rojev.

Vê çalakiyê li Kurdistanê û li hemû cîhanê deng derxistiye û li Kurdistanê civak hişyar kiriye û kiriye yek. Weke ku me dîtî gelê me yên ku li dora çalakiya greva birçîbûnê kom bûne, nexasim dayik û gelê me yê welatparêz, keda xwe li çalakiyê zêde kirine û li raya giştî kirine rojev. Di vê rewşê de li hundir û derve çalakî didomin. Di hilbijartinên xwecih de, yên li Kurdistanê û Tirkiyê, gelê me şiyar bûye. Di vê pêvajoyê de çûye ser sendoqê û di vê mirov dikare bibîne ku bandora çalakiya greva birçîbûnê heye.

Dîsa li derveyî welat, gelek aktivîst, femînîst û siyasetmar desteka mezin dane vê çalakiya ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kirî û bandoreke erênî ya vê çalakiyê heye. Bi rastî jî mirov dikare ji hêla têkoşînê ve kana morala mezin û motîvasyon çêkiriye. Bi pêşengiya çalakgerên greva birçîbûnê li nav gel, ciwanan û jinan û gerîla tevger û çalakitiyeke mezin çêbûye.''

PÊŞENGÊN PÊVAJOYÊ JIN Û DAYIK IN

Erzîncan dilsoziya tevgera jinê ya  li gel Ocalan bi bîr xist û got, ''Rêbertî jiyaneke nû ava kir, bi jinê re hêzeke nû ava kir û bûyerên 5 hezar salan anî qonaxeke dî. Di xwedîderketinê de ya li azadiya Rêber Apo, derdikeve holê û rola jinê pir zêde ye. Hemû jinên ku li ser xaka Mezopotamyayê djîn, zext li ser wan tê kirin û komujiyan wan tê kirin. Niha jî li djî jinê tundî pir zêde ye.

Bi xwespartina ser felsefeya Rêber Apo ku îdeolojiya azadiya jinê, ne tenê jinên Kurd, hemû jinên cîhanê, rewşa Serok Apo meraq dikin û azadiya wî dixwazin, weke pêşeng qebûl dikin.''
Erzîncan got jin û dayik pêşengiya pêvajoyê dikin û domand, ''Li Kurdistanê yê ku herî pir zehmetiyê dikişîne jin û xizmên dayikan in. Hesasiyteta dayikan a li ser Rêbertî û azadiyê ji bo vê zêde ye. Ji bo vê jî dayik û jin pêşengiyê li greva birçîbûnê dikin. Rêya çareseriyê ya krîza cîhanê îdeolojiya Serok Apo û felsefeya wî ye. Ev pirsgirêka tecrîdê ya ku gerdûnî bûyî, li ser esasê projeya Neteweya Demokratîk a Rêbertî ye.''

DI VÊ HILBIJARTINÊ DE AKP TÊK ÇÛ

Erzîncan li ser hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî got, ''Hilbijartin bi şertên ne normal bû. Di hilbijartinê de, ya ku bi di pêvajoya, ku em jê re şerê cîhanê yê 3'yan dibêjin, pêk hatî, di dîroka Tirkiyê de cara peşî ye ku hilbijartineke wiha ya xwecih bûye. Ev hilbijartin bandora xwe li ser hemû Rojhilata Navîn heye. Ji ber ku pirsgirêka Kurd heye. Deshilata Erdogan ku bi derewan domandî, ruyê wê di vê hilbijartinê de derkete holê. AKP ya Erdogan ku li Kurdistanê bi ferzkirina qeyûm hewl dida ku Kurdan tine bike, bi van hilbijartinan re têk çû, eniyeke dijber çêbû û gelê Kurd bi ser ket.''

Erzîncan got pêşengiya avakirina neteweya demokratîk jin dikin û got, li cem jinan divê hişmendiya azaweriya azadiyê, çalakîtiyê û pêşengiyê pêş bikeve. Jin bi rexnekirina pergala kapîtalîst dikarin pêşengiyê bikin. Jinên ku di nav HDP'ê de pêşengiyê dikin, di qadên ziman, çand, perwerde, meyzandina zarokan û debarê de, dikarin çalaktir bin.''