'Jinên ku Hevserokatî afirandin, wê 'Yekserokatiyê' qebûl nekin'

Koma Jinan a HDP'ê, tevî nûnerên saziyên jinan ên hatin girtin, li hev civiya. Di civînê de hat gotin, "Jinên ku hevserokatî afirandin, wê yekserokatiyê qebûl nekin."

Di civîna Koma Jinan a HDP'ê de, nûnerên saziyên jinan ên hatin girtin, amade bûn. Civîna koma jinan, piştî girtina Hevseroka Giştî Fîgen Yuksekdag, cara yekemîn li hev civiya. Civîn ji aliyê Cîgira Hevserokên Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglû ve hat birêvebirin.

Di destpêkê de li sînevîzyona ji dîmenên Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag pêk dihat, hat temaşekirin. Di dema nîşandana sînevîzyonê de dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Eger jin azad bibin, wê cîhan ji şûna xwe bileqe" hatin qîrîn.

TAŞDEMÎR: XWE DIXAPÎNIN!

Berdevka Meclîsa Jinan Dîlan Dîrayet Taşdemîr di civînê de axivî û bi Kurdî û Tirkî silav da beşdaran. Taşdemîr, parlamenter, hevşaredar û jinên girtî bibîr xist û got, "Eger bi darbeya 4'ê Mijdarê re dîl nehatibûya girtin, Hevseroka me Birêz Fîgen Yuksekdag wê îro li vê derê ji we re baxiviya. Lê belê yên ku ji têkoşîn, deng û gotinên jinê ditirsin, vîna jinê dîl girtin. Ji wan heye ku bi vê dîlgirtinê re wê bi ser bikevin. Lê nizanin ku ew xwe dixapînin."

Taşdemîr bibîr xist, di çarçoveya êrîşên dijî HDP'ê de parlamenteriya hevseroka wan Yuksekdag di 21'ê Sibatê de hatiye betalkirin. Taşdemîr da xuyakirin, ku hewl tê dayîn nêzîkatiya wekhevî û azadîparêz a siyasetê, qurbanî faşîzmê bê kirin û got, "Aliyê meclîsê yê plana têkbirinê ya ji bo sorkirina siyaseta şer, dixin meriyetê."

Taşdemîr destnîşan kir, biryara betalkirina wekîlya Yuksekdag ji bo wan derbas nabe.

'EM Ê YEKSEROKATIYÊ QEBÛL NEKIN'

Berdevka Meclîsa Jinan Dîrayet Taşdemîr diyar kir, taybetmendiya bingehîn a desthilatdariya heyî, berevajîkirina rastiyê ye û wiha dewam kir: "Yekane serketina wan a 14 salên dawî, ev e. Di çapemeniya xwe de, gotinên ne rast li dijî wekîlên me, li dijî partiya me hatin weşandin. Ya ku di gilînameyê de tê darizandin, aştî û têkoşîna azadiya jinê ye. Mûxalefeta me ya li dijî AKP'ê ye. Ev yek tê darizandin. Lê belê divê baş bi vê yekê zanibin; jinên ku li malan, li kolanan û li qadên serhildanê zêde dibin, wê ti carî serî netewînin. Jinên ku bi sîstema hevserokatiyê re siyaset guherandin, wê yekserokatiyê qebûl nekin."

'EM Ê BI DENGÊ 'NA' ÇARESERIYÊ BÎNIN'

Taşdemîr bal kişand ser referandûma li ser destûra bingehîn a AKP-MHP'ê û anî ziman, ev destûra bingehîn gefê li jinan dixwe û bawerî pê nabe. Em ê li dijî vê polîtîkayê, bi dirûşma 'Em ê bi teqezî bi ser bikevin' li her qadê têkoşîna xwe mezin bikin."

Taşdemîr diyar kir, ew ê bi dengên 'NA' hêza xwe ji nû ve derxînin holê, qadên xwe yên têkoşînê berfireh bikin û wiha dewam kir: "Em ê desthilatdariya ku sînor li pêşiya xwe rakiriye, bixin nava sînorên hiqûqî. Em ê bi dengên xwe yên 'NA' rola jinan a di çareseriya pirsgirêkên civakî de derxînin holê. Di biryarên têkildarî siberoja me de, em ê însiyatîfa jinê derxînin pêş. Ji bo çareseriya prisgirêkên civakî em ê bibin mûxatab."

Taşdemîr da xuyakirin, ku ew bi coşa 8'ê Adarê dijîn û bi wesîleya 8'ê Adarê banga jinên cîhanê ya greva li qada navneteweyî bi coş silav kir. Taşdemîr destnîşan kir, kes nikare pêşî li gerdûnîbûna têkoşîna jinê bigire.

Di dawiya axaftina xwe de Taşdemîr da zanîn, têkoşîna jina a li Rojava bû ronahiya hêviyê ji hemû jinên li gelemperiya cîhanê re û ev têkoşîn silav kir.