Jinên Kerkûkî: PDK zirarê digihîne doza rewa ya gelê Kurd

Jinên Kerkûkî dagirkeriya dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê şermezar kirin û gotin: "PDK ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê hevkariya bi Tirkiyeyê re dike. Ji ber PDK’ê zirareke mezin digihêje doza Kurdan. Qurbaniyên destpêkê yên dagirkeriyê, jin e."

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê di çarçoveya dagirkirina Başûrê Kurdistanê ji 17’ê Nîsanê dest bi êrişên dagirkeriyê li ser qadên gerîla û Başûrê Kurdistanê kir ku heya niha jî berdewam dike.

Li aliyekê ve dagirkerî derbên giran ji gerîlayên HPG/YJA Starê dixwen û ji aliyê din Kurdistaniyên welat û derveyî welat û dostên wan bi çalakiyan nerazîbûna xwe li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê nîşan didin.

Têkildarê nerazîbûnên çîn û kesimên cuda yên xelkê Başûrê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriyê û hevkariya PDK’ê û metirsiya wê li ser jinan û çend xalên din, jinên bajarê Kerkûkê ji ANF’ê re axivîn.

‘TIRKIYE BI HEVKARIYA PDK’Ê LEŞKERKÊŞÎ DIKE’

 Çalakvana Mafê Jinan Dilvan Ekrem bal kişande ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst û got, “Em dizanin ku dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê dest bi leşkerkêşî û êrişa li ser Başûrê Kurdistanê kiriye. Em çalakvanên mafên jinan bi tundî vê leşkerkêşiyê û hewldanên dagirkeriyê yê dewleta Tirk a faşîst ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê ku bi hevkariya PDK’ê dike şermezar dikin.”

‘TIRKIYE ÇAV BERDAYE DEWLEMENDIYÊN BAŞÛR’

Dilvan Ekrem di dewmê de wiha armanca dagirkeriya Tirk nirxand; “Dewleta Tirk a dagirker hebûna PKK’ê tenê weke hêcetekê bikar tîne, ji ber ku armanca esasî ya dewleta Tirk dagirkirina hemû Başûrê Kurdistanê ye. Projeya Tirkiyê tenê dagirkirina Herêma Kurdistanê nîne, di heman demê de hewl dide Mûsil û Kerkûkê jî dagir bike. Tirkiyê çav berdaye dewlemendiyên vî xakî.”

‘YEKEMÎN QURBANIYÊN DAGIRKERIYÊ JIN IN’

Çalavak jin Dilvan Ekrem her wiha îşaret bi bandorên dagirkeriyê li ser bi taybetî jinan kir û wiha pêde çû; “Ev êrişên dagirkeriyê pir bandorê li jinan dike. Ji ber ku di dema şer de jin dibin qurbaniyên yekem ê hemû şerên ku li cîhanê diqewimin. Ji ber wê jî em daxwaz li kesayetên rewşenbîr, çalakvanan, parêzvanên mafan û hemû çîn û kesimên civakê dikin ku helwesta xwe nîşan bidin û li hemberî vê dagirkerî û leşkerkêşiya dewleta Tirk a faşîst bêdeng nemînin.”

‘DI PAŞEROJEKE NÊZÎK DE EMÊ BI METIRSIYÊN MEZIN RE RÛ BI RÛ BIMÎNIN’

Di berdewmiya axaftina xwe de Dilvan Ekrem behsa metirsiyên pêşerojê yên ji ber dagirkeriyê wê derkevin holê kir û got, “Eger niha em li hemberî dagirkeriyê bêdengiyê hilbijêrin, wê di pêşerojeke nêzîk de emê bi metirsiyên mezin re rû bi rû bimînin ku ya herî sade ji destdayîna statuya Herêma Kurdistanê ye ku bi xwîna bi deh hezaran şehîdan hatiye avakirin. Eger komploya dewleta Tirk bi ser bikeve, wê demê heman senaryoya dagirkirina navçeyên dagirkirî yên Rojavayê Kurdistanê wê dubare bibe.”

‘JI BER PDK’Ê ZIRAR DIGIHÎJE DOZA REWA YA GELÊ KURD’

Çalaka Mafê Jinan Dilvan Ekrem di beşek din a nirxandinên xwe de bal kişande ser zirarê ku PDK bi cihgirtina li rex dagirkeriyê re dide doza Kurd û diyar kir, “Hevkariyên PDK’ê yên bi Tirkiyê re bandoreke xirab li ser her çar beşên Kurdistanê dike, ji ber wê jî PDK zirareke mezin digihîne doza rewa ya gelê Kurd. Weke jinên Kerkûkî bang li hemû aliyên pêywendîdar ên weke parlementeran, serokwezîran û hemû dezgehên têkildar ku li hemberî binpêkirinên li ser serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê bêdeng nemînin.”

‘TIRKIYE BI PEREYÊN JI GELÊ KURD DIDIZE KURDAN ŞEHÎD DIXE’

Dilvan Ekrem di dawiyê de rexne li bêdengiya hikumetên Iraqê û herêma Kurdistanê ya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk girt û got, “Mixabin em dibînin ku niha hikumeta Iraqê bêdengî hilbijartiye û di heman demê de hikumeta Herêmê jî bi rêya pereyên petrol û dewlemendiyên herêma Kurdistanê hevkariya Tirkiyê dike. Tirkiye jî bi pereyên ji gelê Kurd didize Kurdan şehîd dixe.”

‘TIRKIYE DIXWAZE BI HÊCETÊN CUDA NETEWEYÊN NAVÇEYÊ TUNE BIKE’

Rojnamevan Xelat Şiwanî ya Kerkûkî bertek û nerazîbûna xwe li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst a li ser gelê Kurd nîşan da û destnîşa kir; “Gelê Kurd gelekî aştîxwaz e û timî destê aştiyê dirêjî pêkhateyên herêmê kiriye. Gelê Kurd çavê wê li xaka ti neteweyekî din nebûye û dijberiya ti aliyekê nekiriye, li dijî hemû zilmekê sekinîne. Cihê fikarê ye ku hikumeta Iraqê li hemberî êrişên Tirkiyê bêdengî hilbijartiye. Tirkiye dixwaze bi hêcetên cuda rewatiyê bide xwe ji bo ku neteweyên navçeyên tune bike.”

‘RAYEDARÊN TIRKIYÊ BI EŞKEREYÎ BEHSA DAGIRKIRINA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DIDKIN’

Xelat Şiwanî her wiha bal kişande ser komployên Tirkiyê yên ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê û got, “Rayedarên Tirkiyê ti carê ne veşartine ku armanca wan dagirkirina hemû xaka Başûrê Kurdistanê ye ku wek Wîlayeta Mûsilê bi nav dikin ku xewna Osmaniya Nû ye ya ji bo vegerandina vê wîlayetê li ser Tirkiyê ye. Gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê bi pêvajoyeke pir metirsîdar re rû bi rû ne ku dagirker û dijminên Kurdan hewl didin hemû mafan ji destê Kurdan bistînin.”

Rojnamevana Kerkûkî Xelat Şiwanî di dawiyê de bi wan gotinan hêrsa xwe ya li hemberî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re anî ziman; “Ti hêcetekî Tirkiyê nîne ku leşkerkêşiyê bike, yekane armanca wê dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye û lenetê li PDK’ê tînin, ji ber ku ji bo derbe li bercewendiya gelê Kurd bikeve hevkariya dagirker dike ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistan.”