BI DÎMEN

Jinên Kantona Firatê: Em ê bi 8'ê Adarê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin

Jinên Kantona Firatê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê gotin, ew ê bi têkoşîna xwe di roja 8’ê Adarê de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.

Jinên cîhanê bi wesîleya 8’ê Adarê dadikevin qadan û wê rojê bi rengê xwe pîroz dikin. Bi wesîleya vê rojê Jinên Kantona Firatê jî ji ANF’ê re axivîn.

‘BI RÊBER APO RE JIN BÛ VEJÎNEKE NÛ’

Koordînasyona Kongra Star a Bajarê Qinê yê girêdayî bajarê mezin Kobanê Sûad Şêx Demir ev roj li tevahî jinan pîroz kir û got: "Rêber Apo bi taybet ji bo jinê rojekî nû û vejîneke dîrokî ye. 5 hezar sal jin kole bûn, bi derketina Rêber Apo jî her tişt hat guhertin û jinê di her warî de cih girt, bû şoreşger, nivîskar, pêşeng û bû siyasetmedara civakê. Gelek şoreşgerên mîna Bêrîtan, Zîlan, Sara û gelek jinên din ên pêşeng bi berxwedaniya xwe li hemberî mêtîngerên Kurdistanê li ber xwe dan."

‘ARMANCA JINÊ, AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO YE’

Sûad di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku weke jinên Kurd ew ê di vê rojê de asta têkoşîna xwe bilind bikin û Rêber Apo BI fîzîkî azad bikin. Sûad wiha bilêv kir: "Em ê ji her demê zêdetir li ber xwe bidin, weke jin êdî tenê armanceke me heye û ew jî azadiya fîzîkî a Rêber Apo ye. Rêber Apo ji bo me dîrokekî nû da destpêkirin. Weke jinên Kurd em ê rabin ser piyan."

‘WÊ DÎROK BI DESTÊ JINÊ WERE NIVÎSANDIN’

Hevseroka PYD’ê ya Kantona Firatê Bêrîvan Îsmaîl jî axivî û wiha got: "Em vê Rojê li Rêber Apo û li tevahî şervanên ku li Pira Qereqozaxê û Tişrînê li ber xwe didin, pîroz dikin. Ew nêrgizên ku ji Îmraliyê hatine ji bo me gelekî giranbuha ye. Divê em felsefeya Rêber Apo bişopînin û şoreşa xwe berdewam bikin. Weke jin em soz didin ku li ser xeta Rêberê xwe bin û li ber xwe bidin. Weke jin em ê bibin cihê çareseriyê, wê dîrok car din bi destê jinê were nivîsandin."

Rêveberiya Qada Civakî ya Kantona Firatê Hêvîn Mehmûd Ismaîl jî ev roj pîroz kir û wiha bilêv kir: "Îsal 8’ê Adarê cuda ye, Rêberê me silav ji tevahî jinan re şand. Ew jina ku bi çavê kole lê dihat nêrîn, îro şoreşê dide meşandin û pêşengiyê dike. Weke jin heta ku Rêberê me azad nebe, em jî azad nabin. Em ê di vê rojê de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin."