Çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) tên lidarxistin, îsal li navçeya Silopiya ya Şirnexê dest pê dikin. Jinên ji Cizîrê ji bo tevlî vê çalakiyê bibin ketin ser rêya Cizîrê, lê polîsên Tirk bend danîn pêşiya jinan.
Jin li ber avahiya HDP'ê ya Navçeya Cizîrê li hev civiyan, lê belê polîsên Tirk nehiştin li wesayîtên xwe siwar bibin ji bo biçin Silopiyayê. Li ser vê yekê, jinên ji Cizîrê bi ser TOMA û maşînên zirxî ve meşiyan û derbasî cihê ku wesayîtên wan lê ne, bûn. Jin li wesayîtên xwe siwar bûn, lê vê carê jî li pêşiya navçeyê li benda kontrolê hatin sekinadin. Polîsên Tirk bi îdîaya 'ewraqên wesayîtan kêm in' pêşî li wesayîtan girtin.
Jin ji wesayîtan peya bûn û vê herêmê derketin. Jin piştre li wesayîtan siwar bûn û berê xwe dan Silopiyayê.