Jinên ji 35 bajaran li Berlînê li hev civiyan

Jinên ji 35 bajaran li paytext Berlînê li hev civiyan û panel û atolye organîze kirin. Di kombûnê de ji bo Leyla Guven banga piştgiriyê hate kirin.

Ji bo avakirina tevna duyemîn a jinan li gelemperiya Elmanyayê û birêxistinkirina greva femînîst, nêzî 300 jinên ji komên xwecihî yên li 35 bajaran dawiya hefteyê li paytext Berlînê li hev civiyan. Kombûna jinan bi panela bi mijara 'Rê û rêbazên grevê çi ne? Hînbûna ji tecrûbeya hinekan' dest pê kir. Nûnerên tevgerên Lîgîa NîûnaMenos a ji Arjantînê, Sîlvîa NoûnadîMeno ya ji Îtalyayê, akvîtîsta greva jinan a Polonyayê Marta û Gîsele Notz a ku sala 1994'an di grevê de cih girt, qala tecrûbeyên xwe kirin.

'EM PIŞTGIRIYÊ BIDIN LEYLA GUVEN'

Her wiha mijarên; têkoşîna jinan a li Îranê, mecbûriyeta xwenixumandinê û emperyalîzm di panelê de hatin nîqaşkirin. Canan Tunç jî qala têkoşîna jinên Kurd kir û diyar kir, jinên Kurd ên neçar man koç bikin û li Elmanyayê dijîn wê tevlî grevê bibin. Tunç got, "Leyla Guven zêdeyî sed roj in di greva birçîbûnê de ye û daxwaza wê bidawîbûna tecrîdkirina Abdullah Ocalan û jinûve pêkhatina diyalogê ye. Ji ber vê yekê em bang li rêxistin û saziyên jinan hemûyan dikin ku piştgiriyê bidin vê berxwedanê."

Di kombûnê de mijarên; avakirina tevna navneteweyî, aliyê wê yê medya û çapemeniyê, nîjadperestiya antî Misilman û daxwazên hevpar li atolyeyên cuda hatin nirxandin.

Di dawiya kombûnê de jinan çalakiyeke biçûk a kolanan kirin, kolana Karl-Marx-Alle ya Berlînê li trafîkê girtin. Jinan dowîzên piştgiriya bi Leyla Guven re hildan.

Agahiyên hîn berfireh ên li ser bernameya jinan li ser vê lînkê dikare bê peydakirin: