Jinên herêma Qendîlê ji bo 8’ê Adarê bang kirin

Jinên herêma Qendîlê wê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi merasîmekê pîroz bikin. Ji bo tevlîbûna li merasîmê jî bang kirin.

Her sal jinên Qendîlê roja 8'ê Adarê bi merasîmeke girseyî pîroz dikin. Di heman demê de îsal jî wê jinên Qendîlê ji bo pîrozkirina 8’ê Adarê merasîmekê lidar bixin.

Amadekariyên ji bo merasîma pîrozbahiya 8’ê Adarê ji niha ve destpêkiriye. Hevşaredara Qendîlê Awaz Îsmaîl jî di nav de jinên Qendîlê banga tevlîbûna merasîmê li hemû jinan kir.

Hevşaredara Qendîlê Awaz Îsmaîl got: "8’ê Adarê ya îsal bi ruhê serketina Garê, berxwedaniya Îmraliyê û hemû têkoşerên jin li cîhanê pîroz dikin, daxwaz dikin ku hemû jin berê xwe bidin Qendîlê û di landika jina azad de roja cîhanê ya jinan pîroz bikin."

Awaz Îsmaîl her wiha derbarê dem û cihê merasîmê ragihand ku merasîma 8’ê Adarê wê roja 8’ê Adarê di saet 10:00’an ê sibehê de li Binarê Qendîl were pîrozkirin.