Jinên herêma Firatê li dijî tundiyê daketin qadan

Jinên herêma Firatê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Jinê ya Cîhanê meşiyan.

Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Jinê ya Cîhanê, bi hezaran jinên herêma Firatê daketin qadan. Meş bi dirûşmeya ‘Li dijî her cûre tundî û dagirkerî, jin, jiyan, azadî’ hat lidarxistin. Meşa ku ji qada şehîd Egîd destpê kir, heta qada Jina Azad dom kir. Di meşê de bê navber dirûşmeya “Jin jiyan azadî” û “Na ji tundiya li ser jinê re” hatin berzkirin.

Piştî ku meş gihîşt qada Jina Azad, Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Macîde Hesûn axivî û bal kişand ser dîroka 25’ê Mijdarê. Macîde Hesûn anî ziman ku jin wê heta dawiyê xwedî li fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin û destnîşan kir ku wê bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ azadiyê mîsoger bikin.

Piştre jî ji aliyê Hîlala Zêrîn û Tev Çand’ê li ser tundiya li jinê şano hate pêşkêşkirin.