Jinên HDP'yî û wekîlên Elman civîna onlîne kirin

Komîsyona Dîplomasiyê ya Jinan a HDP'ê û wekîlên Partiya Çepgir a Elman civîna onlîne kirin.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Hevberdevka Komîsyona Karê Derve Feleknas Uca, endamên Koordînasyona Jinan a HDP'ê û Wekîla Partiya Çepgira a Elman û Berdevka Jinan a Cornelîa Mohrîng, Wekîlên Partiya Çepgir a Elman Maja Tegeler, Înes Schmîdt, Gokay Akbulut, Saadet Sonmez û Cansû Ozdemîr îro bi hev re civîneke onlîne kirin.

Di civînê de bi çarçoweya 25'ê Mijdarê Têkoşîna Dijî Tundiya li Jinê li ser zêdebûna tundiya li jinê ya li Tirkiyê û rêyên çareseriyê hateaxaftin, hate diyarkirin ku Peymana Stenbolê ji bo jinên Elmanya û Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê girîng e. 

Di civînê de agahiyên têkilî xebatên Meclîsa Jinan a HDP'ê û encamên polîtîkayên dijî jinan ên desthilat AKP-MHP'ê jî hatin vegotin.

Her wiha tacîz, tecawûz, tundiya li ser jinê yên li Tirkiyê û Kurdistanê yên bi destê hêzên dewletê weke polîtîkaya şerê taybet hate nirxandin.