Jinên HDP'yî: Di dema Soylû de zêdeyî hezar jin hatin kuştin

Meclîsa Jinan a HDP'ê diyar kir, Suleyman Soylû ku wan dike hedef, nîşaneya şîdeta dewleta mêr e û ragihand, di dema Soylû de zêdeyî hezar jin hatin kuştin.

Meclîsa Jinan a HDP'ê, li ser gef û êrîşên Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû yên li dijî têkoşîna jinê, daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Soylû nîşaneya berbiçav a şîdeta dewleta mêr a li dijî jinê ye" û meqama ku Soylû lê ye bûye saziyeke ku tundiyê rewa û teşwîq dike.

'DI DEMA SOYLÛ DE ZÊDEYÎ HEZAR JIN HATIN KUŞTIN'

Meclîsa Jinan a HDP'ê diyar kir, Suleyman Soylû bi navê "Bernameya Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê" zêdegavî li dijî partiya wan û têkoşîna wan a azadiya jinê kiriye wiha dewam kir:

"Ji 1'ê Çileya 2016'an û vir ve di dema wezîrtiya Soylû de zêdeyî hezar jin hatin kuştin. Ev rastî jî gelek tiştan radixe pêş çavan."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku HDP yekane partiye ku herî zêde li dijî tundiya dewleta mêr a li dijî jinê ye, lewma hedef tê nîşandan û ev peyam hate dayin: "Em ê mejiyê tekparêz, nîjadperest, zayendîperest û riziyayî teşhîr bikin, bi wêrekî û biryardariya xwe rêxistinbûna xwe xurt bikin û têkoşînê mezin bikin."