Jinên HDP’ê: Ji bo jiyana xwe em li dijî faşîzmê derdikevin!

Jinên HDP’ê diyar kirin ku, “Şerê li dijî faşîzmê tê wateya xwedîlêderketina jiyana me.”

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Şîddeta Li Ser Jinan îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

‘EM JI BO AZADIYA XWE DIBIN YEK’

‘Rejîma faşîst êrîşî Mîrabalan kir. Bersiva vê êrîşê kir ku têkoşîn bibe tiştekî dîrokî. Jinên ji bo azadiyê hatine ba hev têkoşîna Mîrabalan ji erdnîgariyekê dibin erdnîgareke din, ji dîrokan radiguhêzînin dîrokeke din. Em li her hera dinyayê ji bo azadiya xwe dibin yek.”

‘SERÎHILDANA LI DIJÎ FAŞÎZMÊ TÊ WATEYA XWEDÎLÊDERKETINA JIYANA XWE’

Şîddeta mêran a ku jiyana jinan teng dike û piştgiriya desthilatdariya AKP’ê roj bi roj wehşî dibe. Ji bo jinan jiyana rojane dibe domandina jiyanê. Di vê serdemê de serîhildana li dijî faşîzmê tê wateya xwedîlêderketina jiyana xwe.

Ji bo serîhildana li dijî şîddeta mêr û dewletan em bi hemû zimanî bibin berxwedana jinan.”