Girtiyên jin ji 12'ê Îlonê heta niha ketine greva birçîbûnê û di roja 47'an de çalakiyaxwe berdewam dikin bang li gelê kurd kir û wiha gotin: "Em di roja 47’an de di deqeyên girîng ên ku bi mirinê re govendê digerînin de dijîn. Em her çend dernekevin hevîtinan jî em bawer dikin ku divê hemû gelê me li ber deriyê girtîgehan konan vekin û 24 saetan di nava çalakiyê û nobetê de bin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclan û mafê gelê kurd ên demokratîk ku di 12’ê îlonê de hate dest pê kiribû, di roja 47'an de didome.
Girtiyên jin ên çalakger, der barê armanca çalakiya xwe û rewşa niha de daxuyaniyek nivîskî dan. Jinên çalakger bang li gelê kurd kir û xwest di vê pêvajoya hesas de her kes derkeve kolanan û li çalakiyê xwedî derkevin. Jinan di banga xwe de wiha gotin:
"Em ketine şerê jiyanek bi rûmet. Me bi vê çalakiya xwe hêza we ya têkoşîna azadiyê û jiyanê xurt kir. Me hêza xwe ji bedelên mezin û tekoşîna azadiyê wergrt. Em bi hirxên hatin dayîn bêtir bi hêz bûn û bi jiyana azad ve hatin girêdan. Em di qada jiyane de bûn xwedî ezmûn."
'CEJNA HERÎ MEZIN BERSIVANDINA DAXWAZÊN ME NE'
Jinan di berdewama daxuyaniyê de anîn ziman ku heta daxwazên wan bên bersivandin dê çalakiyên xwe berdewam bikin û wiha pêde çû: "Me duh ji bo nirxên xwe têkoşîn meşand, îro têdikoşin û em dê sibê jî ji bo nirxên xwe yên demokratîk û azadiyê têkoşîna xwe berdewam bikin. Me di cejne de cejna xwe pîroz nekir. Lê ji bo me cejna herî mezin bersivandina daxwazên me ye. Çalakiya me di roja 47’an de berdewam dike. Niha em di nava jiyan û mirinê de govendê digerînin. Ev deqe û saniye dansa di nava sînorê mirin û jiyanê de ye. Em di vê kêlika jiyanê de cejnê pîroz nakin da ku daxwazên me bên berisvandin.
24 SAETAN DI NAVA ÇALAKIYAN DE BIN
Girtiyên jin ku 47 rojin çalakiyê didominn, bang li gelê kurd kir û wiha gotin: "Em di roja 47’an de di deqeyên girîng ên ku bi mirinê re govendê digerînin dikin de dijîn. Em her çend dernekevin hevîtinan jî em bawer dikin ku divê hemû gelê me li ber deriyê girtîgehan konan vekin û 24 saetan di nava çalakiyê û nobetê de bin. "