Jinên Galicia: Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye

Jinan gotin, "Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye. Ocalan ne tenê rêberê Kurdan e, ew rêberê azadiyê ye. Çavkaniya têkoşîna azadiyê ye û modela konfederalîzma demokratîk a pêşkêş kiriye, ji bo gelê me girîng e."

Li bajarên Santîago û Vîgo yên herêma Galicia ya Spanyayê, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin biranîn.

Platforma Baran a herêma Galicia û Rêxistina Meşa Jinan a Cîhanê bi vê armancê semîner organîzekirin.

Semîner ji aliyê endama Komîteya Jineolojiyê ya Ewropayê Necîbe Qeredaxî ve hatin dayin.

Di semîneran de qala komkujiya Parîsê, têkoşîna Sakîne Cansiz û bandora xwe ya li nava têkoşînê hate kirin.

Piştre sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz hate nîşandan.

Di beşa duyemîn a semîneran de  dîroka têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê û asta ku şoreşa jinê gihîştiye hatin nirxandin û qala jineolojiyê hate kirin.

Di heman semîneran de armanca grevên birçîbûn li zindanên Kurdistan û Tirkiye, li Hewlêrê, Strasboûrg û Îngilistanê agahî hatin dayîn û girîngiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo têkoşîna gelan a li dijî sîstemê û ji bo jiyana azad hate ziman.

Komek ji beşdarên semînerê, di dawiya semînerê de peyamek belav kirin û piştgirî dan Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrê Leyla Guven ku 65 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Jinan gotin, "Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye. Ocalan ne tenê rêberê Kurdan e, ew rêberê azadiyê ye. Çavkaniya têkoşîna azadiyê ye û modela konfederalîzma demokratîk a pêşkêş kiriye, ji bo gelê me girîng e."