Jinên Êzidî li dijî xeta xiyanetê banga berxwedanê kirin
Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî, êrîşa çekdarên PDK'ê ya li dijî Şengalê weke xayintiyê bi nav kir û destnîşan kir, ku jinên Êzidî wê li pêşberî vê xeta xiyanetê bêdeng nemînin.
Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî, êrîşa çekdarên PDK'ê ya li dijî Şengalê weke xayintiyê bi nav kir û destnîşan kir, ku jinên Êzidî wê li pêşberî vê xeta xiyanetê bêdeng nemînin.
Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ) bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûneke tund nîşanî êrîşa koma çekdar a PDK'ê ya li dijî Şengalê da.
SMJÊ der barê vê êrîşê de bal kişand ser hevdîtina Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî ya li Enqereyê û destnîşan kir, ku tevî hemû hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo avakirina yekîtiya Kurdistanê jî PDK berê xwe daye polîtîkayên tinekirinê.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Şerê ku ji aliyê PDK ve li Xanesorê hate destpêkirin ne şerê birakujiyê ye. Ev şerekî navnetewî ye. Bi hêzên Gladioyê li hev kiriye, ji Erdogan re koletî dike û ji bo desthilatdariya xwe nirxên neteweyî bin pê dike. Bêguman li hemberî vê em di serî de wek jinên Êzîdî xwedî helwestek zelal in. Em nabin temaşekerên fermanan em ê di azadiya êzîdxanê de bi israr têkoşîna xwe yê azadiyê bidin meşandin."
SMJÊ bang li gelê Kurd û bi taybetî civaka Êzidî kir ku li hemberî vê xeta xiyanetê, di berxwedanê de israr bikin û bi ruhê raperînê helwestê li dijî PDK'ê nîşan bidin.
Di daxuyaniyê de bang hat kirin, ku li Bakur, Rojava, Rojhilat, Başûr û li her devera Kurd lê dijîn, li dijî vê xeta xiyanetê helwest bê nîşandan.