Jinên Efxan li Kabîlê doza mafê xwe kirin

Jinên Efxan ji bo protesto kirina sînordarkirinên li ser mafê jinan ên li welêt, daketin qadan. Lê Talîban demildest mudaxeleyê xwepêşandanê kir.

Li paytexta Efxanistan Kabîlê, 20 jin ji bo protesto kirina sînordarkirinê mafê jinan a hikûmeta Talîban, bi dirûşmeya ‘’Nan, kar, azadî’’ çalakiya xwepêşandanê li dar xist. Jinên li ber Wezareta Perwerdeya Neteweyî kom bûn dirûşmeya ‘’Perwerde mafê min e!“ û “Dibistanan ji nû ve vebikin!’’ berz kir.

Jin beriya aliyê hêzên Talîban ên sivîl ve bên rawestandin çend sed metre meşiyan. Piştî meşê beşdarek got: ‘’Me xwest em danezanekê bixwînin lê Talîban nehişt. Telefonên hin jinan ji wan standin û nehiştin ku wêne û vîdyoyên çalakiya xwe bikişînin.’’

Talîban bi armanca serîtewandina civaka sivîl û jinan li ber feraseta Îslamê ya radîkal biryara çend sînordarkirinan da. Bi biryara ku da jin ji pirê karên bi giştî dûr kirin, mafê jinan ê ger û geştê sînordar kir û zarokên keç ji kolej û dibistana amadeyî mehrûm kirin.

Bi biryarnameya dawîn a ji aliyê Serokê Dînî yê Talîban û Efxanistanê Hîbatûllah Ahûndzada ve erêkirin. Jin di karên bi giştî de divê serçavê xwe bi temamî binixumînin.

Her wiha pêşniyar hat kirin ku sedemên derketina ji der ve yên bi lêzgînî nîn bin jin ji mala xwe dernekevin çêtir e.