Jinên Ciwan ên Azad banga 'serhildanê' li jinan kir

Koordînasyona Jinên Ciwan ên Azad 8'ê Adarê pîroz kir û got, "Li dijî zîhniyeta bi serdestiya mêr a li Ewropayê em dibêjin; Bi Xwebûyînê Serî Hilde."

Koordînasyona Jinên Ciwan ên Azad (JCA) bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir.

JCA diyar kir ku wan bi ruhê 8'ê Adarê kampanya "Xwebûn-Xweparastin" berfireh kirine û dest bi kampanya "Bi Xwebûyînê Serî Hilde" dane destpêkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li malê, kolanan, kargehan yanhî li her qada jiyanê komkujî, destdirêjî, destavêtin, êrîş, zext û êşkence li jinan tê kirin. Jinan timî li dijî vê li ber xwe dan û jinên ciwanan pêşengî ji vê yekê re kirin. Li ser xeta Rêber Apo, jinên Kurd bi îdeolojiya rizgariya jinê têkoşîna xwe gihandine qonaxeke nû. Jin li dijî çerxa kapîtalîzmê ku bi serdestiya mêr derkete holê, serî hildide."

Di daxuyaniyê de bang li hemû jinan hate kirin ku li dijî sîstema dewletparêz a bi zîhniyeta mêr û kapîtalîzmê serî hildin û hate gotin, "Mîna ku Rêber Apo dibêje; kapîtalîzm înkarkirina eşqê ye û heqîqet eşq e, eşq jiyana azad e."