BI DÎMEN

Jinên Berxwedêr ên Kerkûkî: Em ê nêrînên Rêberê xwe bigihînin her cihî

Rêxistina Jinên Berxwedêr ên Ciwan, ji bo nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihîne civakê, parêznameyên Ocalan li pirtûkfiroş û gelê Kerkûkê belav kir.

Jinan li her cihê çûn serdana wan, qala tecrîda giran a li ser Ocalan kirin û gotin, "Rêya herî rast a ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê me ew e; nêrînên wî bigihêjin girseyen gel û li ser vê bingehê têkoşîneke kûr û zane ya civakî were meşandin. Ji ber vê yekê, gelekî girîng e ku parêznameyên Rêberê me bigihêjin her kesî."

Ji Rêxistina Jinên Berxwedêr ên Ciwan Şengê Rizgar got, "Em dixwazin bi rêya pirtûkên Rêberê xwe, nêrînên wî bigihînin girseyên gel" û wiha dewam kir: "Di dema serdanan de em balê dikişînin ser tecrîda giran a li ser Ocalan. Em dixwazin her kes bi nêrînên Rêberê me zanibe. Girîng e her kes zanibe çima tecrîd li ser Rêberê me tê ferzkirin û li ber vê tecrîdê rabin."

'DI ŞEXSÊ RÊBERÊ ME ÊRÎŞ LI CIVAKÊ TÊ KIRIN'

Zîlan Pencewînî jî da xuyakirin, tecrîda li ser Ocalan ku di sala 1999'an de dest pê kir, îro girantir bûye û diyar kir, ev komplo di heman demê de li dijî gel û jinên Kurd tê meşandin.

Pencewînî işaret bi keda mezin a Ocalan a ji bo azadiya jinan kir û got, "Weke jin ên ciwan jî divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe, em têbikoşin. Xeteriyeke gelekî mezin niha li ser jiyana Rêberê me heye. Hemû hevdîtinên wî tên astengkirin. Ev yek hincet e ku em têkoşînê ji her alî ve mezin bikin. Heta azadiya fîzîkî ya Rêberê me, divê em nêrînên wî bigihînin girseyên gel. Ji ber ku dijmin herî zêde ji ber nêrînên Rêberê me tecrîdê li ser dişidîne."

Pencewînî her wiha bal kişand ser sedema kuştina şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û got, "Hevala Sakîne Cansiz, nîşaneya têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd bû. Salvegera şehadeta van hevalan di rojên pêş de ye. Lewma divê were zanîn, di şexsê hevala Sara de êrîş li Rêberê me, li xeta azadiyê ya jinê hatiye kirin. Ji ber vê yekê em dixwazin parêznameyan bigihînin her kesî û vê xeta azadiyê ya ji nêrînên Rêberê me, xurtir bikin."