Jinên Amedî li dijî tundiya mêr meşiyan

TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê li Amedê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li dijî tundiya mêr meşek lidar xistin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Taxa Îskender Paşa ya li navçeya Sûr a Amedê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna Navnetewî ya li dijî Tundiya li ser Jinê meşek lidar xistin. Parlementerên HDP ên Amedê Dêrsim Dag û Remziye Tosûn, aktîvîstên TJA, endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê û gelek jin tevlî meşa ku li kolanên herî qerebalix ên taxê hatî kirin bûn. Di meşê de pankarta “Li dijî fûhûş û tecawîza zarokan em xwe diparêzîn” vekirin û dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.

Remziye Tosûn di çalakiyê de axivî û diyar kir ku li dijî tundiya li ser jinê her roj li qadên cûda wê meşên xwe bidomîn in. Tosûn anî ziman ku wê jin bi tilîliyan, derî bi derî bigerin û têkoşîna xwe mezin bikin.