Jinên Şehbayê: Armanca me ev e ku em her tim piştgiriyê bidin jinan

Jinên Şehbayê ji gelek zilm û zordariyê derbas bûne û hin ji wan bi awayên herî giran hatin êşkencekirin, lê niha piştî ku herêma Şehbayê Ji DAÎŞ’ê rizgar bû, jinên Şehbayê her roj hew didin ku gavên nû biavêjin.

Sebah El Nasir endama Rêveberiya Yekîtiya Jinên Azad ya Şehbayê ye, qala kar û xebatê jinên Şehbayê yên di nav civakê de û rola wan di dema belavbûna nexweşiya koronayê de kir. Sebah El Nasir got ku, “Di dema belavbûna şewba koronayê de em jin bi qelebalixî neciviyan lê me karê xwe yê di nav gel de dikir. Di şewba koronayê de psîkolojiya gel jî xera bû lê em jinên Şehbayê me hewl dida ku em rola xwe ya hişyarkirina gel pêk bînin. Ligel hişyarkirina gel, me piştgiriyeke mezin dida jinan. Ji ber ku karên herî giran li ser milê jinan e.”

Sebah iyar kir ku qanûna Sîzer Qeyser jî bandor li ser jinê kir, ji ber ku karê jinan ne bi tenê paqijiya malê ye. Sebah got ku, “Vî tiştî jî bi neyînî bandor kir.”

Sebah El Nasir bal kişand ser kiryarên ku li dijî jinê li herêmên dagirkirî tên kirin û got, “Li ser jinan êrîş, revandin û kuştin hate kirin. Ev êrîş bi taybetî li herêma Efrînê hate kirin. Ji ber vê jî kuştin û xwekuştin çêbû.”

Sebah diyar kir ku armanca kar û xebatên Yekîtiya Jinên Azad ev eku jinan ji bin zilm û zorê derxînin û got, “Di her warî de em piştgiriyê didin pêşketina jinan. Ji bo ku jin azad bibin, ji bin koletî û zordariyê derkevin û di nav civakê de nêrîneke wê jî hebe.”