Jinên Îtalî: Jiyan û têkoşîna Sara ji bo me mînak e

Komek jinên başûrê Îtalyayê di navbera dîrokên 27-31’ê Kanûnê de li Kampa Jineolojî ya Sicîlyayê li hev civiyan. Jinên Îtalî diyar kirin ku jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz (Sara) ji bo wan mînak e.

Kampa jineolojî ku 22 jin beşdar bûbû ji aliyê tora jinên Îtaliyan û komîteya jineolojî ya Ewropayê ve hate organîzekirin.

Kampa jineolojî ya li girava Sicîlya ya başûrê Îtalyayê, ku cihekî dîrokiye, gelek çîrokên metolojî ku hêza jinê li gelek tax û dîwarên bajêr sembolîze dike, pêk tê.

Jinan di nava 5 rojan de mijarên weke jineolojî, zanista civakî, sistema baviksalarî, kapîtalîzm û dewlet-netewe û ezmûnên tevgerên jin nîqaş kirin. Her wiha şoreşa rojava, rêbaza perwerdehiya berê û ya dema şoreşê hat vegotin.

Jinên li kampê di encama nîqaşên 5 rojan de diyar kirin ku derketina ji feraseta sîstemê bi têkoşîna li dijî sîstema baviksalar, kapîtalîzm û dewlet-netewe bi têkoşînê mûmkin e.

Jinan, li dijî van ferasetan jî rêbaza çareseriyê avakirina paradîgmaya modernîteya demokratîk, esas girtina zanista jineolojî ku zanista jinê, civak, hevjiyana azad û xweparastinê ye destnîşan kirin.

Li aliyê dil li ser têkoşîna jinên Îtalî û şoreşa Kurdistanê vîdeo û sînevîzyon hate temaşe kirin.

Jinên Îtalî yên di kampê de bi rasthatina salvegera Komkujiya Parîsê xewstin hêzên li pişt komkujiyê bên darizandin û daxwaza edaletê kirin.

Di dawiyê de jinên Îtalî gotin, ew jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz ji xwe re mînak dibînin û bi dirûşmeya ‘Em hemû Sakîne ne’ dawî li perwedeya xwe ya li kampê anîn.