Jinên Îranî û Efgan piştgirî dan Kurdan

Platforma jinê ya demokratîk a ji di ser neteweyan re êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kir û xwest, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û PKK ji 'lîsteya terorîst' bê derxistin.

Platforma jinê ya demokratîk a di ser neteweyan re ku bi giranî ji jinên Efgan û Îranî pêk tê, hem bi nviîskî hem jî bi dîtbarî daxuyanî da û nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê û Kurdan da.

Platformê bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla û êriş şermezar kir. Platformê xwest Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê berdan.

Platformê ji bo PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' bê derxistin bang kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe û Partiya Karkerên Kurdistanê ji lîsteya rêxistinên terorîst bê derxistin. Yekane rêya lihevkirin û azadiyê aştî, jiyaneke demokratîk û aştiyane ya hevpar e."

Li gel vê daxuyaniyê, jinên ji neteweyên cuda bi dîmen peyam dan û xwestin ku PKK ji lîsteyê bê derxistin û Abdullah Ocalan azad bibe.