Jinên Êzidî piştgirî dan Leyla Guven û grevên birçîbûnê

Jinên Êzidî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin, piştgirî dan Leyla Guven û daxwaz ji saziyên mafên mirovan kirin ku bi erka xwe rabin.

Hevseroka KCD'ê û Parlamenetera HDP'ê Leyla Guven ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 73 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye. Bi çalakiya Guven re grevên birçîbûnê belavî Kurdistanê û hemû cîhanê bûn.

Ji bo piştgirî dayîna çalakiya Guven bi pêşengtiya Meclîsa Xweser a Demokratîk ya Şengalê (MXŞD), Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Yekîtiya Ciwaên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) 6’ê Kanûnê greva birçîbûnê li Şengalê destpê kir.

Îro li navenda bajarê Şengalê jinên Êzidî têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiya Leyla Guven û çalakiyên grevên birçîbûnê ji ANF’ê re axivîn.

Dayika bi nave Neam Bedel wiha got; “Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo şermezar dikim. Ev tecrîd ne tenê li ser rêbertiya me ye li ser hemû gelên bindestan e. Dewletên navnetewî piştgiriya dewleta Tirk dikin û li dijî Kurdan neheqiyê dikin. Eger dibêjin em mafên mirovan diparêzin çima heta niha bi erka xwe ya mirovahî ranabin û tecrîda li ser Ocalan bidawî nakin.”

Neam Bedel wiha domand; " Fikir û flesefeya Rêber Apo ji bo gelê Kurd û bi taybet ji bo gelê Êzidî pir girîng e. Ji ber ku dema ferman bi ser gelê Êzidî de hat hêzên li Şengalê ku digotin em ê Şengalê biparêzin ji tirsan revîn û Şengal hiştin nava lepên dijminan de. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo gelê Êzidî ji qirkirinê rizgar bû. Bi vê felsefeyê re gelê Êzidî hişyar bû û dost û dijminê xwe nas kir. Em piştgiriyê didin çalakiya Leyla Guven. Divê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bidawî bibe."

Dayika bi navê Şêrîn Kemal jî wiha got; "Tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikim. Ez berxwedana Leyla Guven ku 73 roj in di greva birçîbûnê de ye silav dikim. Dewletên navnetewî ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin hemû jî hevkarên Erdogan in. Eger destê wan di vê zilmê de nebûya wê daxwaza azadiya Rêber Apo bikirana. Em daxwaz ji dewletên navnetewî dikin ku bi erka xwe rabin û bibînin ku bi sedan kes di greva birçîbûnê de ne."

Şêrîn Kemal herî dawî got; "Em  gelê Êzidî em çi ji Rêber Apo re bikin kêm e. Ji ber ku fermana Tebaxa 2014'an ji mirin û qirkirinê rizgar kirin. Cihanê çavê xwe girt, wê demê  tenê şervanên Rêber Apo bi me ve hatin. Divê em ji bo azadiya Ocalan û şikandina tecrîdê çalakiyan bikin.''