Nûçegihaneke jin li Iraqê hate kuştin
Li herêma El Qaîm a li ser sînorê Iraq-Sûriyeyê, nûçegihana bi navê Rana El Ûceylî ya ku operasyona li dijî DAIŞ'ê dişopand hate kuştin.
Li herêma El Qaîm a li ser sînorê Iraq-Sûriyeyê, nûçegihana bi navê Rana El Ûceylî ya ku operasyona li dijî DAIŞ'ê dişopand hate kuştin.
Li navçeya Al Qaîm a wîlayeta Enbar a Iraqê, nûçegihan Rana El Ûceylî ya ku operasyona artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şabî dişopand jiyana xwe ji dest da, kameraman jî birîndar bû.
Iraq yek ji welatên herî xetere ye ji bo nûçegihanan. Li gorî daneyên Saziya Çavdêriya Azadiya Çapemeniyê, li Iraqê sala 2017'an 7 nûçegihan hatin kuştin, 11 nûçegihan jî birîndar bûn.