Jinekê bi şêweyekî bi guman jiyana xwe ji dest da

Jinek bi navê Fatma Durdane Yilmaz bi şêweyek bi guman li oteleke navçeya Bakirkoy a Stenbolê jiyana xwe ji dest da.

Jineke bi navê Fatma Durdane Yilmaz a 35 salî li otela li ser Rêya Kennedy ya li navçeya Bakirkoy a Stenbolê, bi şêweyekî bi guman jiyana xwe ji dest da.

Yilmaz şevê din di seat 23:30’an de bi tenê hatibû otelê. Xebatkara otelê îro di seatên nîvro de ji bo paqijiyê demek dirêj li dergehê odeya ku Fatma Yilmaz lê xist. Xebatkara otelê ya ku ji odeyê dengek nebihîstî li ser rewşê agahî da berpirsên otelê.

Berpirsên otelê bi bihîstina agahiyê re polîs û tîmên tendirustiyê şandin cihê bûyerê. Tîmên tendirustiyê diyar kirin ku Fatma Yilmaz jiyana xwe ji dest daye.

Cenazeyê Yilmaz rakirin Morga Saziya Tiba Edlî û hate diyarkirin ku di derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.