Jinan xwestin Erdogan were darizandin

Li bajarê Essenê yê Elmanyayê jinên Kurd ji ber sûcên ku kiriye xwestin bila Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan were darizandin.

Nûnerên meclîsên jinan ên li bajarên Dortmûnd, Dûîbûrg û Munsterê li Flachsmarktê ya ku yek ji qada herî qelebalix e ji saet 14.00’an heta 16.00’ê mîtîngek li dar xistin.

Berdevka YJK-E’yê Ayten Kaplan diyar kir ku jinên Kurd li Kurdistanê li hemberî êrîş û zextan stûyê xwe xwar nakin û berxwedana wan ji dinyayê re dibe mînak. Kaplan got ku, “Em xwedî li kampanyaya ‘Ji bo darizandina dîktator 100 sedem’ derdikevin û em dixwazin ji ber sûcê ku kiriye, divê dîktator were darizandin.”

Di çalakiyê de belavoka TJK-E’yê hate xwendin û kesên ji qadê derbas dibûn îmze dan kampanyaya îmzeyan.