Jinan xwest tecawîzkar bên cezakirin

Jinan xwest tecawîzkar bên cezakirin

Li navçeya Gêlê ya Amedê li gundê Bahşîyan jina bi navê Z.M rastî tecawîza 8 kesan hatibû. Danişîna dozê li Amedê hat dîtin û saziyên jinan xwestin tecawîzkar bên cezakirin û dê şopdarê dozê bin.

Salek berê jina bi navê Z. M ku diçû dibistana navîn pola 6’emîn rastî tecawîza cerdevan Fehmî Boga, Fuat Memîş û Îdrîs Memiş, gundiyê wan Mehmet Turan, ajokarê mînûbusa cendermeyan Haci Memiş û personelê nexweşxanê Hasan Memîş hat û der barê van de hata 15 salan û der barê Berbaz Fermandarê Qerekola Cendermeyan Mehmet Yilmaz û cerdevan Akîf Memîş de jî het du salan bi daxwaza ceza doz hat vekirin. Danişînê li duyemîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê destpê kir. Saziyên jinan li bere edliyê daxuyanî da û diyar kir ku dê şopdarên vê dozê bin.

Xebatkara DÎKASUM’ê Sevda Kayar wiha got: “Li Tirkiyeyê tacîz, tecawîz û şîdeta li ser jinê didome.  Şîdeta li ser jinê îdeolojîke.  Zihniyeta serdest ya mêr, jinê wek malê xwe namûsa xwe dibîne.  Tecawîz beyî ku cudahiyê bike navbera pîşe, welat û temen  bi awayekî sîstematîk tê weşandin.

Kayar  da zanîn pergala cerdevaniyê jî di çareseriya pirsgirêka kurd de tu fêdeya wê nîne û got: “ Pergala cerdevaniyê bi bûyerên wekê tecawîz, tacîz, tiryak, kaçaxvaniya çekan, kuştinên kiryar nediyar û texrîbata hawirdorê balê dikişîne.  Ev pergal 28 sale di meriyetê ye.

Em li ku derê dibin bila bibin li dijî tecawîzê bê deng bimînin, em nekaribin hesab bidin mirovahiyê.  Em jin divê tecawîzê teşîr bikin.   Tecawîzkar divê cezayê xwe bikişînin. Em şopdarê vê dozê bin.”

Li ser vê DOKH’ê Mukades Alataş jî axivî û  diyar kir ku ew jib o vekişîna gerîlayan bişopînin dê sibê biçin Colemêrgê.

Jin sibê saet di 06.00’an de li Sumerparqê bên cem hev û biçin Colemêrgê.