‘Jinan xwe bi şoreşê re pêş xistin’
Di panela duyemîn a şêwira jinan a li Silêmaniyê de panelîstan anî ziman ku jinan xwe li ser raman û têkoşîna Rojava xwe rêxistin kirin û daxwaza mafê xwe kirin. Jinan banga yekîtiya jinê jî kirin.
Di panela duyemîn a şêwira jinan a li Silêmaniyê de panelîstan anî ziman ku jinan xwe li ser raman û têkoşîna Rojava xwe rêxistin kirin û daxwaza mafê xwe kirin. Jinan banga yekîtiya jinê jî kirin.
Şêwira jinên Kurd a li Silêmanî bi dirûşma ‘Qirkirina li ser jinan bi dawî bikin’ bi panela duyemîn dom kir û panelîstan bal kişand ser tundiya li jinê û têkoşîna wê ya li ber vê û parastina mafê xwe ya bi şoreşê re.
Berî panela duyem dest pê bike kurtefîlmek li ser kuştin û tundiya li jinê hate nîşandan.
Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwîd: Ji bo jinên Rojava tim xeyala azadî serfirazî hebû. Sala 2005’an de bi navê Kongra Star xwe ava kir. Şoreşa Rojava ya sala 2014’an bû fersendek zêrîn. Ji xwe têkoşîn hebû, şoreşa hişmendî ya dîroka jina Kurd kir ku xwe ji nû ava bike.
Bi şoreşê re jinan xwe rêxistin kirin. Hem li Rojava û ji bo ku destkeftiyan biparêzin pêwîstî bi sîwanê hebû, ev sîwan ku hem pêkhate xwe lê digire, Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.
Jinên Bakur û Rojhilatên Sûriyeyê jî li dijî hişmendiya mêr a serwer têdikoşin. Bi yasa û hiqûqa hatî avakirin mafê jin û zarokan li Rojava tê parastin.
Rewşa şer û koçberiyê bandorê li civakê û herî zêde li jinan dike, ew dibe sedem tundî li ber hemû civakê bê vekirin. Dîsa bêperwerdehî yek ji sedemên herî esasî ya tundiyê ye.
Zorî û zehmetî dîsa zext dike jin serî li xwekujî bide. Dîsa jinên li dijî vê têkoşîn dike, ji aliyê mêr û desthilatê ve tê qetilkirin.
Di nava sê salan de 13 jin hatine kuştin, 27 jinan xwe jî kuştine.
Li Rojava malê stirînê ya jinan hene û li wir jin tê parastin û pirsgirêkên jinan tê nîqaşkirin û hewl dan tê kirin ku çareserî bê dîtin. Li gel vê perwerdeya jin û mêr jî tê kirin. Ji ber bi vî rengî çareserî dikare peyda bibe.
Yek ji xala esas herêmên dagirkirî û rewşa jinan a wir e. Li van herêman kuştin, zewaca bi zorê, temenê biçûk zewac, revandin çêbû. Li herêmên dagirkirî li gorî Navenda Lêkolîn û Parastina Jinê di sala 2020’an de 16 jin hatine kuştin. 48 jin hatine revandin. Di sala 2021’an de 9 jin bi êşkenceyê hatine qetilkirin 61 jin hatine revandin.
Li ber vê siyaseta qirker divê têkoşîn û yekîtiya me jinan xurt be, ev yekîti divê ji bo jinên Kurd jî bibe bingehê yekîtiyek.
Berdevka Tevgera Jinên Azad a Êzidî (TAJÊ) Sebîha Sebrî Îbrahîm: Tevî ku civaka me di 74 fermanan re derbas bûne, herî zêde jin berdêla vê daye. Piştî fermana 14’ê Tebaxa 2014’an zext lê hate kirin jinên Êzidî bûn. Jin hatin revandin, qetilkirin, şewitandin û xwe di latan de avêtin her jinên Êzidî bûn. Hê jî bi hezaran jinên Êzidî çarenûsa wan ne diyar e, zarok çarenûsa wan nediyar e. Êzidî hê jî penaber in.
Jinên Êzidî bi êş û azarên xwe dijîn, gelek jin zarokên wan girtî ne. Gelek gorên komî li Şengalê hene û ev zêdetir êşê dide jina Êzidî.
Di şexsê jina Êzidî de dixwazin jina Kurd bê hêz bike û tine bike. Hêz û moralê xwe me ji jinên Rojava û têkoşîna wan girtiye. Jinên Êzidî hê jî di bin zext de ne, ji mafan hatiye girtin. Jin ji gelek mafan hatiye girtin, dema daxwaza mafê xwe dike, ji aliyê mêr ve zext lê tê kirin. Ji mal tê derxistin û ev jî dibe ku rewşên xirab ên xwekuştin derkevin pêş an jî rewşa heyî weke qeder bibîne û bi vê re bijî.
Keçên Êzidî yên hatin rizgarkirin xwe rêkxistin û niha amade ne ku li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo maf û azadiya xwe li dijî zilm û zordariyê têbikoşin.
Siyasetek din jî li ser Êzidiyan tê kirin, ew e ku jin û keçên Êzidî tên rizgarkirin, derdixin derveyî welat. Cihê jinan û Êzidiyan Şengal û Êzidxan e. Bi vê yekê dixwazin rastiya li Şengalê binixumînin.
Êşa me jinan tev yek e, divê em çareseriyek li vir peyda bikin. Karên wiha bê dewamkirin. Sîwanek hebe ku jin bikare li her çar parçeyên Kurdistanê xwe li hev bigire û mijarên heyî nîqaş bike û çareserî peyda bike.
Panel bi nêrîn, pêşniyar û pirs û bersivan dewam dike.