Jinan serdana Leyla Guven kirin

Wekîlên HDP’yî û Komeleya Jinan a Rosa serdana Leyla Guven a ev 115 roj in di grevê de ye kirin.

Çalakiyên piştevaniya bi Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 115’an a greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye kirin. Parlementerên HDP’ê Oya Ersoy, Tulay Hatîmogûllri, Serpîl Kemalbay, Salîha Aydenîz, endama MYK’ê ya HDP’ê û endamên Komeleya Jinan a Roza serdana Guvenê kirin.

Jinan peyamên xwe yên piştevaniyê dan Gunen, anîn ziman ku daxwazên wan ên wan in jî.

Guven jî diyar kir ku hêzê ji desteka jinan digire û bi vê hêzê têkoşînê wê xurt bike.