Jinan serdana çalakiya greva birçîbûnê kir
Komûna Jinan a Meryem, çalakvanên li Esslîngenê dest bi greva birçîbûnê kiribûn ziyaret kir û nêzî 200 qertpostal şandin Îmraliyê.
Komûna Jinan a Meryem, çalakvanên li Esslîngenê dest bi greva birçîbûnê kiribûn ziyaret kir û nêzî 200 qertpostal şandin Îmraliyê.
Înîsiyatîfa Jinan a Meryem a li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê xebatên xwe dimeşîne, çalakvanên li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Esslîngenê dest bi greva birçîbûnê kirin ziyaret kir.
Înîsiyatîf di heman demê de kampanyaya “Ji Îmraliyê re 100 hezar qertpostal” jî didomîne. Jinan 192 qertpostalên ji bo ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bişînin çap kiribûn avêtin qutiya posteyê.