Jinan li Wanê bang kirin: Di her warî de em ê xwe birêxistin bikin

Li Wanê bi pêşengiya TJA’yê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî mîtîngeke girseyî hate lidarxistin.

Tevgera Jinên Azad bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî li Wanê mîtîngek li dar xistin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay, Parlementera HDP’ê ya Amedê Feleknas Ûca, Parlementera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, endamên HDP û DBP’ê, çalakvanên TJA’yê û bi hezaran kes beşdar bûn.

Di mîtîngê de peyama Hevserokê Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag hate xwendin.

PEYAMA YUKSEKDAG

 “Ez vê nameyê ji mekanek ku bi her awayî di bin tundî û ewelehiya dewletê de dişînim. Girtîgeh navendên îşkenceya li dijî jinan û civakê ye. Yên em girtin û bi vê riyê tundiyê ferz dike tenê bi vê yekê sînor namînin. Îro li her qadê jiyanê li jinan veguherandine girtîgehê. Dewlet ji ber polîtîkayên xwe tunekirinê polîtîkaya şer û tundiyê li ser jinan û civakê ferz dike.

Li her koşe û navendê li dijî dijminên jinan û desthilatdarên zalim, bi hişmendiya xwişk û yên bi çalakiyê dimeşin, yên cengê dikin yên bi serketî hene. Em hene. Hemû êrîşkar bi destê desthilatdariya AKP û qesrê tundiyê li ser jinê didin meşandin. Wê hêrsa jinan vê tundî û hemû êrîşan têk bibe. Ez carek din hemû jinên li qada li dijî tundiyê li ber xwe dide silav dikim.”

ÛCA:  JI AZADIYA JINÊ DITIRSIN

Parlementera HDP’ê ya Amedê Feleknas Ûca jî axivî û got, “Em hemû jinên şoreşger silav dikin ên ku rêya me ronî dikin. Em Rêbertiya xwe jî silav dikin. Pergal bi awayekî hovane êrîşî gelê Kurd dike, lê ew ê hesabên wan li hev neyên.

Ev du sal in derbe tên kirin, qeyyûm wezîfedar kirin. Qeyyûm ji navê aştiyê tirsiyan û êrîşî parkên bi vî navî kirin. Êrîşî saziyên jinan kirin. Ji ber ku dizanin jin jiyan e.”