BI DÎMEN

Jinan li Swîsreyê komkujiyên li ser jinan protestokirin

Însiyatîfa Ni Una Menos bi boneya 5’emîn salvegera damezrandina xwe gera duçerxê ya ji bo 3 rojan da destpêkirin. Jinan bi çalakiyên xwe bal kişandin ser komkujiyên li ser jinan.

Însiyatîfa Ni Una Menos ku li Swîsreyê li dijî komkujiyên jinan xebat dimeşîne, bi boneya 5’emîn salvegera damezrandina xwe gera duçerxê ya ji bo 3 rojan da destpêkirin.

Însiyatîfên jinan ku li bajarê Renens ê kantona Vaudê li hev civiyan, li qada Marche daxuyanî dan.

Di roja ewil a gerê de komkujiyên li ser jinan ên li cîhanê bi destê mêr-dewlet pêk tê, protesto kirin û dewleta Tirk a dagirker ku jinên Kurd qetil dike û dewleta Îranê ku biryara darvekirinê dide çalakvanên jin hat teşhîrkirin.

Di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku jin dibin qurbanên pergalên nîjadperest û baviksalarî û hat destnîşankirin ku li Swîsreyê her du hefteyan careke jinek bi tundiya mêr tê qetilkirin. Di berdewamiya daxuyaniyê de jinên ku li Kurdistanê ji bo azadiya xwe li ber xwe didin, hatin silavkirin.

Di tevahiya rojê de li navendên girîng ên bajêr atolye û çalakiyên cuda hatin kirin û bal kişandin ser asta komkujiyên li ser jinan. Di saetên êvarê de jî li qada St. Laurent (Pl du 14 Juin) mîtîng hat lidarxistin.

Di mîtîngê de saziyên jinan daxuyanî dan û daxuyaniya Meclîsa Jinê ya Lajînê jî hate xwendin. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser şoreşa jinê ya li Rojava û hate destnîşankirin ku jinên Kurd ji bo azadiya xwe di şert û mercên zehmet de têdikoşin.

Di mitîngê de gelek caran dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” hate berzkirin û piştre jinan derbasî Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bûn. Li vir li ser têkoşîna jinên Kurd axaftin hat kirin.

Însiyatîfa Ni Una Menos wê çalakiya xwe sibê li bajarê Bielê bidomîne. Ger wê 1’ê Îlonê li bajarê Zurihê bi dawî bibe.