Jinan li Londonê têkildarî ‘100 sedem a darizandina dîktator’ daxuyaniyek da

Li Londonê jinan daxuyaniyek têkildarî pêngava ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator’ da.

Di çarçoveya pêngava TJK-E’yê de ku 25’ê Mijdarê ya ‘100 sedem ji bo damezirandina dîktator’ stata wê dabû destpêkirin, jinên Kurd li Londonê çalakiyek kirin.

Di daxuyaniyên bi zimanê Kurdî, Tirkî û Îngîlîzî hatin dayîn de hate diyarkirin ku ji bo 100 sedemên li dijî qetlîamên Erdogan û rejîma faşîst a bi destê dewletê û çeteyan a li ser jinan pêk anî, pêşkêş bike wê bi hezaran îmze kom bikin.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Li her derê cîhanê jin bi bedena xwe, li dijî destdirêjî û destavêtinê, qetlîamê û binpêkirina mafê jinan tim li ber xwe daye û bi çalakiyan hesab bixwaze. Em jinên li Brîtanyayê silav ji bo hemû jinên şidet li ser hatiye kirin û li zindananin dişînin.Em bi we re ne; li pişt we ne.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku wê kampanya heta 8’ê Adarê bidome û ev hate gotin: “Weke qonaxa yekem, bi gotina ‘Ji bo her rojê sedemekî me yê nû heye’ serpêhatiya jineke ku hatiye qetilkirin parve bikin. Li dijî dîktatorê ku her rojê qetlîamek kirî, em ê bibin dengê jinên hatine qetilkirin, bikin ku di dîrok û hafizeya mirovahiyê de carekî din jê neçe.”

Daxuyanî piştî banga tevlîbûna ji bo çalakiya ku wê 25’ê Mijdarê li Woodgreen saet 13:30’î û dîsa panela ku wê saet 19:00’an bê lidarxistin û şûnde bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.

Dîsa wê 24’ê Mijdarê saet 19:00’an panelek bi tevlîbûna aktivîsta jina Kurd Besîme Konca bi rêya onlîne bê kirin û 21,22,23’yê Mijdarê jî li herêmên cihê wê çalakiyên pankartan bên kirin.