Jinan li Kurdistan û Tirkiyeyê Qanûna Înfazê şermezar kirin

Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê jinên endamên TJA, HDK û HDP'ê Qanûna Înfazê ya desthilatdariya AKP-MHP'ê şermezar kirin û xwestin girtî bên berdan.

Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a HDP'ê li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin û qanûna înfazê hate şermerzarkirin. Li gel astengiya polîsan jî jinan li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya şermezarkirinê li dar xistin û xwestin girtî hemû bên berdan.

AMED

Meclîsa Jinan a HDP'ê li Amed û Çewlikê bi hevdemî daxuyaniyek dan çapemeniyê. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel bal kişand ser qanûna înfazê ya nû û got, "Ev qanûn qanûna hovîtiyê ye." Guzel diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê veguheriye şêweyekî rêveberiyê û got, "Tecrîd li girtîgehan hemûyan hatiye belavkirin. Bİ qanûna înfazê re girtiyên siyasî di nava lepên mirinê de hatine hiştin." Guzel got, "Ev qanûn qanûna hovîtiyê ye. Bi vê qanûnê re ji aliyekî ve tundiya mêr bêceza tê hiştin û sûcê li dijî jin û zarokan tê teşwîqkirin, li aliyê din jî Fîgen, Sebahat, Selma, Gultan û jinen mîna wan ên têkoşîna jinê dimeşînin li girtîgehê tên hiştin û bi vîrûsa koronayê re rû bi rû tên hiştin. Ne ya qebûlkirinê ye ku desthilatdarî li belavbûna vîrûsê li girtîgehan temaşe bike." Guzel destnîşan kir ku ji bûyerên tundiyê yên biqewimin û mirina mirovan wê parlamenterên AKP-MHP'ê berpirsyar bin.

ŞIRNEX

Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Şirnexê, TJA ji bo balê bikşînin ser qanûna înfazê û rewşa li girtîgehan li Şirnexê û navçeyên wê daxuyanî da. Parlamentera HDP'ê Nûran Îmir, Hevseoka Şaredariya Cizîrê Guler Tunç, xizmên girtiyan beşdarî daxuyaniya li avahiya HDP'ê hat dayin, bûn. Metna hevpar ji aliyê Guler Tunç ve hat xwendin.

Daxuyaniya hevpar a jinan wiha ye:

"Li hemû cîhanê li dijî Vîrusa Koronayê tedbîr tên girtin li AKP-MHP qanûnên ku di serdemên dinê de nikaribû bike meriyetê niha pandemiyê dike firsed û qanûnan ji meclîsê derbas dike. Em qanûna ku em wekî qanûna mirinê pênase dikin dema hat amadekirin fikrên partiyên muxalefet, hiqûqnas, parêzvanên mafên mirovan, raya giştî ya demokratîk nehat guhdarkirin. Li welat her cura mafên demokratîk nayê hiştin ku bên bikaranînin. Aygitên muxalefeta civakî di bin zextan tên hiştin û qanûn bûye mîna darê îktidarê. Li Îmraliyê û li hemû girtîgehan tecrîd hatiye belavkirin. Tecrîd li hemû girtîgehan hatiye belavkirin. Em jin dizanin ku bi vê qanûnê girtî terkî mirinê hatin hiştin. Mafya û kesên li dijî jinan û zarokan sûc kirine serbest hatin berdan. Loma ev qanûna qanûna wehşetê ye. Ev qanûna Figen, Sebahat, Gultan, Selmayan ên têkoşîna jinê dimeşînin bi talûkeya mirinê rû bi rû dihêle. Em li vir banga xwe dîsa nû dikin û dibêjin bila girtîgeh bên valakirin û li dijî bersûcên tundiyê tevdîr bên girtin. Em qanûna înfazê ya dijminê jinê qebûl nakin. Bijî piştevaniya jinê."

WAN

Daxuyaniya hevpar li avahiya HDP'ê hat kirin. Endamên Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Wanê, Aktivîstên TJA'yê beşdar bûn. Hevseroka HDP'ê ya Tuşbayê Edibe Babur daxuyanî xwend.

COLEMÊRG

Li Colemêrgê jî bi tevlîbûna Hevseroka HDP'ê ya Colemêrgê Sîpan Turan, Hevşaredara HDP'ê ya Colemêrgê ya ku cihê wê qeyûm hatî tayînkirin, endamên meclîsa şaredariyê li avahiya HDP'ê ya bajêr têkîldarî qanûna înfazê de daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî ji hêla Hevseroka HDP'ê a Colemêrgê Sîpan Turan ve hat xwendin. Daxuyaniyê de hat gotin ku ew ê li dijî qanûnên ku jinan tune dihesibinin têbikoşin.

SÊRT

Li Sêrtê bi tevlîbûna Hevseroka HDP'ê ya Sêrtê Belkiza Beştaş Epozdemîr, Hevşaredara Sêrtê Berîvan Helen Işik û Endamên Meclîsa Jinên HDP'ê li avahiya Sêrtê daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyaniya ku ji aliyê aktivîsta TJA'yê Leyla Sevgîn ve hatiye xwendin,hate diyar kirin ku ew ê qanûna ku bi dijminahiya jinan ve hatî çêkirin wê qebûl nekin û hat gotin ku ew ê heta dawiyê li dijiî van polîtîkayan tebikoşin.

ÊLIH

Li Êlîhê bi tevlîbûna Parlementera HDP'ê ya Êlîhê Feleknas Uca, Hevseroka HDP'ê ya Êlîhê Fatma Albay, hevşaredara Êlîhê Songûl Korkmaz a ku şûna wê qeyûm hatî tayînkirin, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa jinên HDP'ê li avahiya avahiya HDP'ê têkîdarî qanûna înfazê daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP'ê ya Êlîhê Fatma Albay ve hate xwendin.

STENBOL

Meclîsên Jinan ên HDP û HDK'ê yên Stenbolê li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Bakirkoyê hatin gel hevdu. Hevberdevka HDK'ê Îdil Ugurlu, Parlmentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elif Bulut beşdar bûn. Li ser astengiya polîsan jinan xwestin li ser Rêya E5'ê daxuyaniyê bidin. Pankarta ku hat vekirin ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Piştre daxuyanî ji aliyê Huda Kaya ve hat xwendin. Piştî daxuyaniyê jinan qad terk kirin.

EDENE

Bi beşdarbûna Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogulari, Aktivîstên TJA'yê û Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Edeneyê li avahiya HDP'ê daxuyanî hat dayin. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Edeneyê Saniye Seçkin daxuyanî xwend.

Piştî daxuyaniyê Tulay Hatimogulari axivî û got:"Bi erêkirina qanûna infazê ya bi destên AKP-MHP'ê siberoja zarokan ji ber kujer, çete û dijminên jinê yên hatin berdan, ketiye talûkeyê. Divê ji bo girtiyên di girtîgehan de tevdîr bê girtin."

Hatay, Îzmîr û Aydinê jî jinan bi heman armancê daxuyanî dan û xwestin qanûneke nû ya înfazê bê derxistin û hemû girtî serbest bên berdan.