Jinan li Kopenhagê 8’ê Adarê pîroz kir

Jinan bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, li Kopenhagê meş û mîtîng li dar xist.

Jinan bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, li paytexta Danîmarka Kopenhagê meş û mîtîng li dar xist. Meş û mîtîng bi hevpariya Komeleya Jinên Kurd, Platforma Piştevaniya Kurdistanê û rêxistinên sîvil hate lidarxistin.

Di meşê de pankartên “Jin jiyan azadî“ hatin hildan û dirûşmeyên“Ji Kurdistanê heta cîhanê, jin jiyan azadî“ hat berzkirin.

Çalakiya duyemîn bi axaftin û dirûşmeyan li Nytorv li gel enternasyonalîstan hate pîrozkirin. Li Folkets Husê ji bo Heyva Sor a Kurdistanê çalakiya bexşînê hat organîzekirin û alîkariya hat berhevkirin wê ji bo mexdûrên erdhejê re bên şandin.