Jinan li dijî dagirkeriyê û qirkirinê pêngav dane destpêkirin!

Rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk pêngaveke nû dane destpêkirin. Jinan gotin, ''Dagirkerî, qiririn û faşîzmê wê were şikandin.''

Ji bo şermezarkirina êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker û ji bo redkirina komplo û tecrîda ku li rêber Abdullah Ocalan tê ferzkirin, Komîteya Amadekar bi navê rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da raya giştî û tê de pêngava xwe ya nû ragihand.

Daxuyanî li Kampa Waşûkanî li rojavayî bajarê Hesekê bi zimanê erebî ji hêla endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Hesekê Mune Yusif û bi zimanê kurdî ji hêla endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jiyan Hesen ve bi tevlêbûna endamên rêxistinên jinan hate xwendin.

Şaxê Kongreya Star a herêma Efrînê jî heman daxuyanî li Kampa Serdemê ya li kantona Şehbayê da.

Daxuyanî wiha ye:

"Na ji dagirkerî û qirkirinê re, em bi hev re jin û jiyanê biparêzin.

Dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyê ve rola herî xerab ji bo dirêjkirina temenê aloziyê lîst û destwerdana wê bandoreke mezin li ser guhartina rêveçûnên siyasî û leşkerî li ser rûyê erdê kir. Bi vî awayî vegera çavbirçîbûna Osmaniyan li ser axa Sûriyê ji bo pêkanîna berjewendiyên wan ên stratejîk eşkere bû.

Bi rêveçûna bûyeran re diyar bû ku dewleta Tirk jî rewşa Sûriyê ji bo xwe bi kar anî û di nava hêzên ku ev alozî afirandine û kûr kirine de bû.

Dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyê 15’an Adara 2011`an ve destwerdana kar û barên Sûriyê kir û bi demê re rêbazên destwerdanê hatin guhartin. Her wiha dewleta Tirk bi erêkirin û lihevkirina hin dewletên Rojava ji bo piştgiriya hin komên terorîst li dijî Serêkaniyê û Kobanê 2012`an sînorên xwe weke deriyên derbasbûna muxalîfên normal û yên tundraw vekirin.

Her wiha di hemû kongre û lêgerînên ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê yên wekî kongreyên Cinêv, Soçî û Astanayê hatine lidarxistin de rola herî xerab lîst û bi rêya van kongreyan dewleta Tirk bi bihaneya “herêma bêçek” dest danî ser gelek herêmên Sûriyê. Ev jî di bin navên cuda de rengek ji dagirkeriyê ye û ev herêm veguherîn cihê komên terorîst ên çekdar û baregehên perwerdeyê yên di bin parastina dewleta Tirk de.

Ji bo temamkirina rola dewleta Tirk ya li dijî gelê Sûriyê, artêşa Tirk a dagirker di bin navê cuda yên wekî Mertalê Firatê, Şaxê Zeytûnê, Kaniya Aştiyê ku bajarên Bab, Ezaz, Cereblus, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin de, gelek operasyonên leşkerî dest pê kirin û ev operasyon di bin perdeya rûsî de ku dewleta Tirk û Rûsyayê diparêze û berjewendiyên wan pêk tîne, çêbûn.

Êdî têkiliyên dewleta Tirk a dagirker bi komên çete re ku ew bi hemû navên wan bikar anîne û di aliyê navnetewî de jî di lîsteya terorê de ne, nayên veşartin. Nexasim komên ku di destpêkê de û ji hemû aliyan ve piştgiriya wan kiriye û hîna jî dike, Cebhet El-Nusra û DAIŞ in. Her wiha hin komên din ku yekser di bin çavdêriya dewleta Tirk de hatin damezirandin ku li wan herêmên dagirkirî siyaseta tirkkirinê, qirkirina nijadî û çandî, guhartina demografîk û koçberkirina bi darê zorê meşandin. Li aliyekî din van komên çeteyên terorîst sûcên weke kuştin, destdirêjî, talankirin, dizîn, wêrankirina şûnwaran, hilkirina daran û şewitandina erdên çandiniyê pêk anîn.  

Ev êrişên hişmendiya zayendperest ku ji aliyê rêjîma zilamên desthilatdar ve pêk tên, jinê hedef digire da ku hewldana jinan a ber bi azadiyê ve sînordar bike. Em rojane li ser asata cîhanê şahidiyê ji van bûyerên ku şêwazê wan li gorî her welatekî tê guhartin re dikin.  Ev rêjîma ku hebûna jinan hedef digire û bi hedefgirtina jinan re, hewil dide metirsiyê li ser civak û xwezayê ava bike.

Herêmên me jî dibin şahidên van sûcên ku divê werin bibîrxisitin û bi taybet ên tund û kiryarên li dijî mafên jinan ku jinê pê re rû bi rû dimînin. Destdirêjî, kuştin, dîlgirtin, revandin, bikaranîna jinan bi rêbazên herî xirab, qirkirina wan, şikandina îradeya wan û têkbirina têkoşîna wan. Kiryarê kuştina şehîd Hevrîn Xelef, Yadê Eqîde, pêlîstina cenazeya şehîd Amara û gelek kesên din ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi sûcên herî xirab li dijî wan de kirine û herî dawî jî hedefgirtina şehîd Zehra, Hebûn û Dayê Emîne li gundê Hilincê yê Kobanê  hîna jî li ber çavên me ye. Ev operasyonên hedefgirtina jinên çalakvan di warê rêxistinî û siyasî de wek derbeyekê li dijî koma Tevgera Rizgariya Jinan û rêxistinên girêdayî wê ye. Ev şêwazên hovane piştrast dikin ku dewleta Tirk ji rola ku jinan ji bo pêşengiya şoreşê û parastina destkeftiyan dilîze, ditirse.   

Gefên dewleta Tirk a dagirker yên nû li ser hin herêmên Sûriyê ji bo ewlehiya herêmê metirsiyê çêdike. Dibe ku keraseteke mirovî ya nû li Sûriyê pêk bîne, bi taybet piştî ku çekên qedexekirî ji bo kuştina gelê Sûrî bikar anî û wêrankirina xaka Sûriyê zêde kir, hîna jî bermahiyên xerabkirin û talankirinê xelas nebûne. Li aliyekê din jî hewildana têkbirina jiyana hevbeş û aştiyane ya di navbera Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Keldan, Tirkman, Çerkes û Êzîdî de ku nûnertiya projeya netewa demokratîk dikin, bû. 

Divê em der barê xeteriya dewleta Tirk de baldar bin, divê rê li pêş sûcên wê yên gefan li azadiya jin û destkeftiyên şoreşê dixwin, bigirin da ku şer û komkujî pêk neyên.

Êrişên dewleta Tirk, derbeyeke mezin li jiyana hevbeş a di navbera gel, etnîk û çandên li Sûriyê de ye. Her wiha têkbirina projeya çareseriya siyasî ye, ya ku aramî û ewlehiyê li Sûriyê li ser esasê jiyana hevbeş a azadiya di navbera gelên Sûriyê de bi kar tîne. Her wiha dewleta Tirk bêdengiya navneteweyî ya ji hêla NATO’yê ve derfet digire û berjewendiyên xwe pêk tîne. Bi wê re jî ji DAIŞ’ê xeternaktir e.

Bi kurtasî, sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî gelê Sûriyê li ser xak û bajarên Sûriyê pêk tîne dikevin benda sûcên şer û sûcên dermirovî, ji qirkirina etnîkî, qirkirina komî, koçberkirina bizorê û guhartina demografî. Bi wê re jî divê bi lez an dereng dewleta Tirk were muhasebekirin û darizandin.

Em îro, rêxistin, tevger, yekitî û saziyên jinan vê hemeleyê ji bo sekna li hember dewleta Tirk têkildarî fikra qirkirin û dûrxistina bi mafên jinan û gel dest pê dikin. Da ku dengê xwe bigihînin tevahî cîhanê.

Li aliyekî din jî, çer ku jin hê jî di bidestxistina maf û parastina rûmeta xwe de tê dikoşin, piştrast dikin ku dê tevahî hewldanên dewleta Tirk bi bin kevin. Bi yekitî û piştgiriya jinan ji hev re dê hêza xurt bê avakirin û li hember tevahî hewldanên qirkirin, dûrxistin û nijadiyê bisekin û dagirkeriyê têk bibin.

Di hemleyê de gelek çalakî û xebat hene ku dê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bên belavkirin.

Bang li rêxistin û saziyên navneteweyî yên peywendîdar dikin ku ji bêdengiya xwe ya şermok li hember sûcên li Bakurê Sûriyê dibin derkevin, roleke aktîf bilîzin, li gorî rêgez û qanûnên hiqûqî, mirovî û exlaqî tev bigerin.  Ji ber ku her bêdengî nîşaneya beşdariya dijminatiyê ye.

Bang li rêxistin û saziyên navneteweyî yên peywendîdar, bi taybet ên girêdayî parastina mafên mirov û mafên jinan dikin ku bi rola xwe ya der barê belgekirina sûcan rabin û sûcdaran muhasebe bikin.

Bang li Konseya Ewlehiyê û civaka navneteweyî dikin ku dewleta Tirk neçar bikin ku hêzên xwe yên êrişî xaka Sûriyê kirine bikişînin û êrişên xwe rawestînin, ji ber ku ev li dijî qanûna navneteweyî ye û gefan li ewlehî û aramiya herêm û cîhanê dixwe.

Bang li tevahî rêxistin û tevgerên jinan ên li ser asta cîhanê dikin ku piştevanî û piştgiriya şoreşa jinan bikin, ji ber ku destkeftiyên wê destkeftiyên tevahî jinên cîhanê ye. Ji lew re divê parastina vê şoreşê bê kirin, her wiha parastin û piştevaniya QSD, YPG û YPJ û HSNB bê kirin, ji ber ku van hêzan ji ber cîhanê ve şerê mezintirîn hêzên tarî li cîhanê kir û mirovahî ji şerê wê parast.”

Saziyên ku tev li pêngavê bûne:

Kongreya Star

Meclisa Jinan a Sûriyê

Yekitiya Jinên Suryanî

Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê

Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk

Nivîsgeha Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk

Yekitiya Jinên Ciwan

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan

Tora Rêveberên Aştiyê

Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Suriyê

Rêxistina Mafên Mirovan 

Rêxistina Insaf ya Pêşveçûnê

Rêxistina Elyasmîn

Kooperatîfa Sawoşka ya Jinan

Rêxistina Aşna ya Pêşveçûnê

Rêxistina Ferat a Alîkarî û Pêşveçûnê

Navenda Edil ya Mafên Mirovan

Kooperatîfa Dîcle ji bo Parastina Ekolojiyê

Navenda Belsem a Fêrkirina Tendrustiyê

Kooperatîfa Şemal ya Mirovhezî ya Alîkarî û Pêşveçûnê

Rêxistina Cezîre ya Pêşveçûnê

Rêxistina Erd El-Selam

Rêxistina Kobanê ya Alîkarî û Pêşveçûnê

Rêxistina Hêvî ya Alîkarî û Pêşveçûnê

Kooperatîfa Soz a Alîkarî û Pêşveçûnê

Rêxistina Eta El-Baxoz a Pêşveçûnê

Rêxistina Sewaad a Dêrazorê

Rêxistina Forma Du Çeman

Dan ji bo Alîkarî û Pêşveçûnê

Rêxistina Terahum a Pêşveçûnê

Rêxistina Doz

Kooperatîfa Sibe Xweş e ya Alîkarî û Pêşveçûnê

Kooperatîfa Maya

Kooperatîfa Nûrcan a Amudê