Jinan li dijî dagirkeriyê bang kirin: Em erka xwe ya neteweyî bi cih bînin

Platforma Çalakiyê ya Hevpar a Tevgerên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got, "Divê em erka xwe ya neteweyî bi cih bînin."

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin.

Platforma Çalakiyê ya Hevpar a Tevgerên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk ti carî dudilî nebû di pêkanîna armancên xwe yên qirkirina gelan û bi taybet gelê Kurd û di dewama vê siyasetê xwe de piştgiriya komên çekdar ên Sûriyê û çeteyên DAIŞ ê kir. Heta niha jî wan li dijî Kurdên Sûriyê û Iraqê bi kar tîne. Lê piştî ku negihîşt armancên xwe serî li operasyonên leşkerî ya rasterast da ji bo dagirkirina herêmeke berfireh ji erdnîgariya Sûriyê weke (Efrîn, Serêkaniyê, Til Abyad, Cerablûs, Ezaz û Bab). Ji ber vê dest bi kuştin, talankirin, destavêtina jinan, mal û milkan kir. Li ser valakirina herêman ji xelkên wan û bicihkirina kesên biyanî kar kir, ev pêkanîna siyaseta koçkirina bi darê zorê û guhertina demografîk zelal dike, ev jî binpêkirina eşkere ya prensîbên qanunên mirovî yê navnetewî ye.

Êrişê hovane yê ku îro li ser herêma Kurdistanê (Başûrê Kurdistanê) bi her cûreyên çekan pêk tîne, bi armanca tunekirina Partiya Karkerê Kurdistan û armanckirina Hêzên Parastina Gel (HPG) ye. Ev binpêkirineke eşkere ye. Di wan êrişan de sivîl li seranserî sînor ji Zirgan, Til Temir, Kobanê, Êyn Îsa, Minbic, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipî bi drone û çekên giran têne hedefgirtin. Ev beşek ji yek planî ye ku hedefa wê tinekirina destketiyên şoreşê ye. Dixwazin vîna gelan bişikîne ku baweriya xwe bi projeya demokratîk, jiyana aştiyane û biratiya gelan aniye, ku Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.

Endamên Yekîniyên Parastina Jinê (YPJ) ku terora rêxistina DAÎŞ'ê li bajarê berxwedanê Kobanê têk birin û hebûna wî ya leşkerî li Baxozê bi dawî kirin, ji ber ku serketinên mezin bi dest xist û qurbaniyên nirx buha dan, dibin hedefa êrişan.

Kiryarên ku dewleta Tirk dike, dikeve asta sûcên dijminatiya du dewletên cîran û sûcên dijî mirovahiyê gerek ji aliyê civaka navneteweyî were lêkolînkirin û sûcdar werin cezakirin.

Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo bi erkên xwe yê niştimanî rabin gelê heremê vedxwînin hevgirtina li dijî armanc û niyetên dewleta Osmanî ya nû ku Receb Tayip Erdogan bi rê ve dibe ku ji bo wê artêşek nû ji komên çete yên surî ava kir. Da ku planê fitne, jihevxistin û dijminatiyê vala derxînin û ji civaka navneteweyî daxwaz dikin ku li hemberî kiryarên dewleta Tirk a dagirker bê deng nemînin, ji ber sûcên li dijî mirovan û keviran binpêkirineke eşkere ya hevpeymanên ku di navbera Amerîka, Rûsya û dewleta Tirk de hatine îmzekirin. Em bang li rêxistinê jinên Sûrî, jinên Rojhilata Navîn, jinên navneteweyî û rêxistinê hiqûqî dikin ku bi berpirsyariya xwe rabin li hember kiryarên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêdibe, ji sûc û binpêkirinê derheqê sivîlan ku  ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û komên çete yê girêdayî wê tê kirin. Da ku zextê li dewleta Tirk bike ku dagirkeriya heremên Sûrî bi dawî bike û biryara (2254) ji bo bidawîkirina krîza Sûriyê pêk bîne û ji pêvajoya veguherîna siyasî li sûrî amadekarî bêne kirin, qedexekirina belafirên şer li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê were ferzkirin, lêpirsîn di sûcên ku ji aliyê dewleta Tirk tên kirin bê destpêkirin ji bo edalet pêk bê û misogeriya vegera ewle ji koçberan bi garantiya navdewletî bê kirin."

Rêxistinên jinan ên beşdarî daxuyaniyê bûne ev in: Meclisa jin ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Jinên Sûriyê, Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Surî, Kongra Star, Kombûna Jinan a Zenûbiyayê, Yekitiya Jinên Suyan, Meclisa Jin a Partiya Yekitiya Demokratîk, Meclisa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê, Yekitiya Jinên Ciwan, Mekteba Jin a Meclisa Sûriya Demokratîk, Mekteba Jin a TEV-DEM, Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan li Sûriyê, Komîteya Jin a Rêxistina Mafên Mirovan li Cizîrê, Komperatîfa Saoşka, Şebeket Qayîdat El-Selam, Rêxistina Sara ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan, Tevgera Hîlala Zêrîn û Weqfa Jina Azad.