Jin li Amedê dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ berz kirin

Li Amedê jin bi pêşengiya DAKAP'ê meşiyan, polîsan êrîşî jinan kirin. Jinên ku li dijî dorpêçê li ber xwe dan gotin, “Ji teslîmiyetê re na, ji berxwedanê re erê."

Bi pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) li Xaçerêya Dinyayê ya li semta Dîclekentê gelek jin kom bûn. Jinan li vir têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankartên "Bi jin jiyan azadiyê ber bi 25'ê mijdarê ve" û "Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve" hatin vekirin. Her wiha di dema daxuyaniyêde dirûşmeyên "Jin jiyan azadî", “Jin jiyan azadî, serokatî re azadî”, “Bijî berxwadana zindanan” û "Bîji berxwedana jinan" û gelek dirûşmeyên din hatin berzkirin. 

‘WÊ DEWLETA KUJER HESAB BIDE'

Aygul Dokû, xwişka Gulistan Dokû ya ji sala 2020'î ve winda ye, got: "Heya waliyê ku got Gulistan xwe kuştiye hesab nede ez ê nemirim." Gava Dokûyê wiha got, girseyê bi yekdengî dirûşmeya "Dê dewleta kujer hesab bide" berz kir. 

Jinan bi Kurdî stran û kilam gotin û li ber stranan govend gerandin. Gava polîsan mudaxileyî wan kir û wan ji bi tilîliyan bersiv da. Jin, paşê navê jinên hatine qetilkirin yeko yeko gotin û bi yekdengî gotin "li vir e". 

‘WÊ TÊKOŞÎNA JINAN BIDOME'

Paşê endama DAKAP'ê Guneş Ozel metna daxuyaniyê xwend. Ozel diyar kir ku desthilat bi şeran êrîşên xwe yên li ser nasnameya jinê û keda jinê didomînin û got ku ji her wextî bêtir dixwazin têkoşîna jinê bi tundiyê bitepisînin. Ozel destnîşan kir ku daneyên têkildarî tundiya mêran ji aliyê desthilatê ve nayên eşkerekirin û bi vî awayî ser têkoşîna jinê tê nixumandin. Ozel bilêv kir ku wê têkoşîna wan bidome. 

 Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Halîde Turkoglû jî bertek nîşanî biryara der barê qedexekirina meşê de da û got: "Em guh nadin van qedexeyan. Çavê we lê ye hûn di 25'ê Mijdarê de jinan bitepisînin, lê hûn xwe dixapînin. Em têkoşîna jinê didomînin." 

‘JIN JIYAN AZADÎ'

Turkoglûy destnîşan kir ku ew ê kuştina jinan û tundiya li ser jinê li her derî eşkere bikin û got: "Em ê her tim bibêjin azadî, wekhevî, aştî û jin, jiyan, azadî." 

Piştî daxuyaniyê jinan xwest bimeşin, lê polîsan ew dorpêç kirin. Ji ber vê di navbera polîs û jinan de rageşî rû da. Polîsan tahd eli gelek jinan kir û gef li wan xwarin. Lê jinan jî bi tilîliyan û bi dirûşmeya "jin, jiyan, azadî" û gelek dirûşmeyên din bersiva dorpêçê dan. Jinan ji aliyekî li çepikan xistin û stranên Kurdî gotin û li aliyê din jî di nava dorpêçê de govend gerandin. 

Di nava dorpêçê de jinek rûnişt û diyar kir ku heya dorpêç ranebe ew ê li vir be û got: "Ka Dayika Taybet?" Heman jinê wiha got: "Em ji bo eciqandina qedexeyan hatine vir. Ji teslîmiyetê re na, ji berxwedanê re erê." 

Paşê piştî guftûgoyê jin ji nava dorpêçê derketin û çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.