Jinan kêmkirina cezayê kujerê Pinar Gultekînê bi meşekê şermezar kir

Jinan bertek nîşanî biryara doza Komkujiya Pinar Gultekîn dan û gotin: “Ev biryar nîşan daye ku edalet miriye. Em ê dest ji wî dadgerî û bersûcên din bernedin. Ew dadger jî şirîkê vê cinayetê ye."

Dadgehê îro cezayê diviyabû li Cemal Metîn Avci yê kujerê Pinar Gultekînê bihata birîn kêm kir û tenê 23 sal ceza lê birî û derbarê malbata wî ya ku alîkariya wî kiribû de jî biryara beraetê dabû. Li Mûglayê jinan vê biryarê bi meşekê şermezar kir. Beriya meşê Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê Serpîl Kemalbayê li ber Edliyeya Mûglayê têkildarî dozê de axivî.

Kemalbayê di axaftina xwe de bal kişand ser rizandina pergala hiqûqê û got, wateya vê yekê ev e ku "bila mêr jinan bikujin em jî wan berdin."

Paşê jin ji bo daxuyaniyê bidin bi berzkirina dirûşmeyan heya Qada Sirnirsizlikê meşiyan. Jinan barîkatên polîsan derbas kir û li vira dirûşmeyên "Dê jin hesab ji AKP'ê bipirsin", "Jin, jiyan, azadî" û "Dê hesabê Pinarê bê pirsîn" berz kirin.

Li ser navê Platforma Edalet Ji Bo Pinar Gultekînê Denîz Ûslû axivî. Ûslû destnîşan kir ku ev biryar nîşan daye ku edalet miriye û got: "Em ê dest ji wî dadgerî û bersûcên din bernedin. Ew dadger jî şirîkê vê cinayetê ye."

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.