Jinan ji bo 25’ê Mijdarê banga herikîna qadan kir

Jinên ku ji bo 25’ê Mijdarê amadekariyên xwe yên dawî dikin, bang li hemû jinan kir ku li dijî tundiya mêr-dewletê biherikin qadan.

Jinên ku di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî amadekariyên xwe yên dawî dikin, li gelek bajaran daxuyanî dan, belavok belav kirin û bal kişandin ser qirkirina jinan û polîtîkayên şerê taybet. Jinan, ji bo meşên ku dê di 25’ê Mijdarê de li gelek navendan bên lidarxistin banga tevlîbûneke xurt kirin.

ŞIRNEX

Li Şirnexê Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya xebatên 25’ê Mijdarê de li taxên Vakifkent û Gundogduyê bi jinan re hate cem hev. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Şirnexê Newroz Uysal Aslan, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û HEDEP’ê tev li xebatê bûn. Jinan ji bo meşa ku dê di 25’ê mijdarê de bê lidarxistin banga tevlîbûnê kirin.

ÊLIH

Pêkhateyên jinan ên Platforma Demokrasiyê ya Êlihê jî li Parka Yilmaz Guney daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Tu jî ji şer, xizanî û tundiyê re bibêje bes e!” hate vekirin. Metna daxuyaniyê ji hêla Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê Rumeysa Denîz Kaya ve hate xwendin.

Kaya, da zanîn ku jin di her qada jiyanê de rastî tundiyê tên û wiha got: “Ji hundirê malê heta dibistan, kolan, di serdegirtinên malan, di daxuyaniyan de û li her derê li dijî jinan tundî tê kirin. Xizanî û pirsgirêkên aboriyê bandoreke mezin li jinan dikin. Tundiya li dijî jinan, polîtîk e. zimanê tundî û nefretê yên rayedarên dewletê, bandoreke neyînî li ser civakê dike û rê li ber tundiya ser jinê vedike. Em jin dê ji bo jiyaneke bêşer, bêpevçûn û ji bo maf û azadiyê têkoşîna xwe bidomînin.”

ÎZMÎR

Meclisa Jinan a HEDEP’a Îzmîrê û Tevgera Jinen Azad (TJA) jî ji bo meşa sibe dê li Alsancakê bê lidarxistin, li Kemeralti ya Konakê belavok belav kirin. Parlamentera HEDEP’ê ya Îzmîrê Burcu Gul Çubuk jî tev li bû. Jinan, gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Cînayetên jinan polîtîk in”, “Em bêdeng namînin, natirsin û îtaet nakin” û “Jin bi hev re bihêz in” berz kirin. Di dema belavkirina belavokan de jinan banga daketina qadan li jinan kirin.

MÊRSÎN

Komeleya Jinan a Mîmozayê jî di çarçoveya xebatên 25’ê Mijdarê de li avahiya komeleyê daxuyanî da. Seroka komeleyê Çîgdem Goksoy di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser jinên hatin qetilkirin û hatin windakirin. Goksoy, diyar kir ku di bûyerên tacîz, destdirêjî û cînayetên li dijî jinan de polîtîkaya necezakirinê dikeve meriyetê û dema jin li dijî van êrişan xwe diparêzin jî bi cezayên giran re rû bi rû dimînin. Goksoy, da zanîn ku tundiya mêr hêza xwe ji polîtîkayên şerê taybet ên dewletê digire û tundiya li dijî jinan roj bi roj zêde dibe.

Goksoy, bang li hemû jinan kir ku li dijî tundiya mêr-dewletê sibe saet di 18.00’an de li Kolana Kuşîmatoyê tev li çalakiya 25’ê Mijdarê bibin.