Jinan êrîşa li dijî Gulîstan Kiliç Koçyîgît şermezar kirin

Endamên TJA’yê, êrîşa parlementerên AKP’yî ya li dijî Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît şermezar kirin.

Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), derbarê êrîşa 16’ê Tebaxê yê AKP’yîyan a li dijî Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, li ber avahiya Rêxistina DEM Partî ya Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê. Gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn.

Beriya daxuyaniyê Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer got, "Serokwekîla Koma me Gulîstan Kiliç Koçyîgît ji aliyê parlamenterên AKP-MHP'ê ve rastî tundiyê hat. Li wê derê careke din rûyê xwe yê qirêj nîşanî tevahiya cîhanê dan. Meclîs ne cihê şer û tundiyê ye, lê li wir jî êrîş kirin. Em careke din dibêjin ku em ê vê tundiya li ser jinan qebûl nekin. Em ê li her derê dengê xwe li dijî wan bilind bikin û nîşan bidin ku em natirsin. Em ê li ber wan serî netewînin. Gulîstan Kiliç Koçyîgît ne bi tenê ye. Em li vir in, wê nikaribin dengê me bibirin."

‘EM Ê TÊKOŞÎNA RÊXISTINBÛYÎ MEZIN BIKIN’

Piştre aktîvîsta TJA’yê Bahar Peker daxuyanî xwend. Peker got, “Ev êrîş nîşaneya polîtîkayên mêtîngeriyê yên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ye. Êrîşa li dijî hevrêya me Gulîstan Kiliç Koçyîgît êrîşeke li dijî vîn, reng, helwest, siyaset û têkoşîna jinê bû. Em rê nadin desteserkirina vînê, şîdeta li hemberî jinan, pêkanîna bêhiqûqiyê û rêbazên zext û zordariyê. Em li mal, li kolan û li meclîsê şîdeta mêr-dewletê qebûl nakin. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Dewlet bingehek ji şîdeta li hemberî jinan re vedike, bi edaletê mêr re jî polîtîkayên bêcezahiştinê kûr dike. Em ê li hemberî şîdeta dewlet-mêr bêdeng nemînin û em ê her tim li cem jinan bin û ji têkoşîna xwe paşve gav navêjin.”

Bahar Peker di dawiyê de got, “Bi hêza ku em ji dîroka têkoşîna jinê digirin, em ê li dijî şer, tundî, zîhniyeta serdest a mêr, înkar, îmha û asîmîlasyonê têkoşîna xwe ya rêxistinî mezin bikin."