Jinan destgîrkirin protesto kirin: Em ê pergala faşîst hilweşînin

Li Êlihê siyasetmedar jî di nav de 15 jin hatibûn destgîrkirin. Jinan ev destgîrkirin protesto kirin.

 

Li Êlihê siyasetmedar jî di nav de 15 jin hatibûn destgîrkirin. Jinan li Mêrdîn, Êlih û Rihayê destgîrkirin şermezar kirin.

MÊRDÎN

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdîn û Êflihê de li van bajar û navçeyên wan di encama serdegirtina malan ku hatin kirin de aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di nav de 15 jin duh serê sibehê hatibûn destgîrkirin. TJA'yê destgîrkirina jinan bi daxuyaniyekê şermezar kir. 

Di daxuyaniya ku li ber avahiya HDP'ê ya Bajêr hat dayîn de pankarta bi nivîsa "Em ê bi îrade û têkoşîna jinê faşîzmê têk bibin" havt vekirin û daxuyanî ji aliyê Berdevka TJA'yê ya Mêrdînê Eylem Amak ve hat xwendin. Amak diyar kir ku jinên hatine destgîrkirin jinên ku têkoşîna jinan rê ve dibin e û wiha berdewam kir, "Îqtîdara siyasî, bi daraza ku li gorî daxwazên xwe bi kar tîne dixwaze jinan ji siyastê dûr bixe, destkeftiyên wan tune bike û jinan hepsî malê bike. Lê em ê bersiva êrîşên li hemberî jinan bi têkoşîna xwe ya rêxistinkirî ku mezin bikin bidin."

Amak anî ziman ku jin dest ji têkoşînê bernadin û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Îro jî li hemberî vê pergala ku hiqûqê nas nake, dixwaze jinan bêdeng bike em ê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe mezin bikin. Ji bo ku em cîhaneke azadîxwaz a jinan ava bikin em ê li ber xwe bidin. Ji jinan bitirsin ji ber ku em ê jin vê pergala serdest a mêr hilweşînin û hûn ê winda bikin."

ÊLIH

Rêxistina HDP’ê ya Êlihê jî li pêşiya avahiya xwe çalakiyek li dar xist. Parlementerê HDP’ê Necdet Îpekyuz, endamên TJA’yê, Dayikên Aştiyê û xizmên jinên hatine destgîrkirin, tevlî çalakiyê bûn.

Hevseroka HDP’a Êlihê Hurriyet Kaytar diyar kir desthildariya AKP û MHP’ê ketiye pêvajoya tunebûnê û ji ber vê êrişên xwe zêde dike. Kaytar got “Ev êrişên li ser jinan tê wateya ku desthilatdarî gelekî ditirse.  Li hemberî ev êrişên li dijî îradeya me, em ê bi hevgirtina jinan têkoşîna xwe geştri bikin. Em ê hêviya xwe mezintri bikin û jiyana nû ya bi pêşengiya jinan gav bi gav ava bikin.”

RIHA

Li Rihayê jî çalakvanên TJA’yê destgîrkirina 15 jinan li pêşiya avahiya HDP’ê protesto kirin. Hevseroka HDP’a Rihayê Çîgdem Karakeçîlî diyar kir ku di dema destgîrkirinê de li ser jinan şîddeta fîzîkî û psîkolojîk hatiye kirin.

Karakeçîlî got “Ji ber ku ji me jinan ditirsin, van êrişan dikin. Li hemberî polîtîkayên êrişê yên vê desthilatdariyê em aştî, azadî ,edaletê diparêzin. Em bang li civakê dikin ku em ê têkoşîna xwe geştir bikin.”