Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Jinan çalakiya xwendina pirtûkên Rêber Apo lidarxistin

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li kantonên Dêrazor û Reqayê li ser pirtûka ‘Pirsgirêka Kurd û Çarseriya Neteweya Demokratîk’ a Rêber Apo bi beşdariya jinan çalakiya xwendinê li dar xist.

Meclisa Kombûna  Jinan a Zenûbiya ya li gundewarê Dêrazorê rûniştina xwendina parêznameya Rêber Apo a bi sernavê "Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk - Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk" li dar xist. Rûniştin bi beşdariya zêdetirî 20 jinên endamên meclis û desteyan û jinên ji herêmên cuda yên kantonê li Parka bajarê Hecînê hate lidarxistin.

Ji rêveberên Meclisa Kombûna  Jinan a Zenûbiya Sefaa El Ehmed rûniştin bi rêve bir kir û bal kişand ser girîngiya perwerde û rahênana ramyarî ji bo bihêzkirina jinan û bihêzkirina rola wan di civakê de.

Endama Meclisa bajarokê Ebû Hemam a gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê Newal El Ehmed diyar kir ku ramanê Rêber Apo dibe alîkar ku jinan der barê mijarên siyasî û civakî agadar bin û ji bo çarersekirina kêşeyên aloz ên herêmê xwedî rolek bi bandor bin.

REQA

Li bajarê Reqayê jî endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê bi beşdariya 18 endamên kombûnê dest bi xwendina parêznameya Rêber Apo kir. Di rûniştinê de têgehên neteweya demokratîk, pirsgirêka Kurd û girîngiya rola jinan di têkoşîna ramyarî û siyasî de bi berfirehî hatin vegotin.