Jinan Bexçeyê Hevrîn Xelef mer dan

Bi biharê re jinan li Bexçeyê Şîfa yê Hevrîn Xelef dest bi merê kirin.

Bexçeyê Şîfa yê Hevrîn Xelef yek ji qadên jiyanê ya jinan a li Berlînê ye. Bexçe bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Dest-Dan bi hevkariya komeleyên cuda yên jinan hate çêkirin.

Bi hatina biharê re jinan berê xwe dan Bexçeyê Hevrîn Xelef. Jinan li ber stranan dest bi merê kirin.

Ji aktîvîstên Bexçeyê Hevrîn Xelef terapîsta zarokan Zîlan got, "Li gel çandiniya li bexçe her wiha em tecrûbeyên xwe jî parve dikin." Zîlan diyar kir ku ew dixwazin nîşan bidin ku jiyaneke alternatîf dikare bê afirandin.

Şermîn a ku li Zanîngeha Freî li ser krîza avê lêkolîna doktora dike, wiha axivî, "Di dema vî karî de em li ser şîfayê disekinin; yanî kîjan gihayê me hene, kîjan giha şîfayê dide. Ji aliyekî ve em qala van gihayan dikin û hîn dikin, li aliyê din jî dayikên me, xaltîkên me têne vê derê û ji me re qala tecrûbeyên xwe dikin. Em vî karî bi wan re dikin. Mînak em ji wan dipirsin bê kîjan giha ji bo êşa serî, êşa mîdeyê yan jî ji bo nexweşiyên jinê baş e. Em ji wan hîn dibin. Mînak îsal em ê ji dayikên xwe hînî pincarên tolik, gezgezik, catir, rosmarin û rihanê bibin. Em ê van cûreyên giha îsal biçînin."

Aktîvîsta Meclîsa Jinê ya Dest-Dan Nûrsel jî got, "Du sal in em vî akrî dikin. Ev bexçe bexçeyê jinan e, yanî bexçeyê Dest-Dan e. Em li bexçeyê xwe kedê didin, dixwazin bexçeyê me bedew be."

Projeya vî bexçeyî sala 2017'an hate amadekirin. 12'ê Cotmeha 2019'an ku wê bihata vekirin siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef şehîd bû. Ji aliyê çeteyên dewleta Tirk Ehrar El Şarqiye ve hate şehîdxistin. Jinan jî biryar dan ku navê Hevrîn Xelef li bexçe bikin.