Jinan banga têkoşîna hevpar kirin
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran bal kişand ser pêkanînên dijî jinan ên ku qeyyûm dikin. Başaran ji bo parastina destkeftiyan banga têkoşîna hevpar kir.
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran bal kişand ser pêkanînên dijî jinan ên ku qeyyûm dikin. Başaran ji bo parastina destkeftiyan banga têkoşîna hevpar kir.
Desteya Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê li Şanoya Bajêr a Amedê bi navê ‘Texrîbatên ku qeyyûm li qada jinan kiriye û avakirina xeta têkoşîna hevpar’ panelek li dar xist. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, hevşaredarên jin ên HDP’yî yên ku peywira wan hatibû desteserkirin, Hevseroka Şaxa Amedê a TÛMBEL-SEN’ê Nîhal Yanik, Koordînatora SAMER’ê Yuksel Genç, Hevşaredara berê ya Akdenîza Mêrsînê Yuksel Mûtlû, Endama Desteya Rêveber a Komeleya Jinan a Rosayê Elîf Tîrenç Îpek, li ser navê Komeleya Mafên Mirovan Zelal Aymen û li ser navê Şanoya Bajêr a Amedê Elvan Koçer tevlê bûn.
Çalakvanên TJA’yê, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Komeleya Jinan a Rosayê, Seroka Giştî ya KADAV’ê Ayşe Yetmen, rojnamevan Ayşe Duzkan jî tê de gelek çalakvanên jin tevlî panelê bûn.
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ew bûne şahidê texrîbatên ku qeyyûm ji sala 2016’an ve vir ve kiriye û got “Me diyar kiribû ku ev tişt tê wateya desteserkirina mafê hilbijartinê û desteserkirina îradeyê. Em bûn şahid ku li şaredariyên ku qeyyûm lê hatiye peywirdarkirin, dizî û talanên çawa hatine kirin. Me ranta wan dît. Me dît ku şaredarî bûne qereqol. Şaredariyên ku me nêrîna jinê lê xurt kiribû, yeko yeko veguherîn qada rant û desthilatdariyê. Şaredarî ew cih in ku polîtîkayên partiyên siyasî lê tên pêkanîn. Di sala 1999’an de cara pêşîn li şaredariyan me bi perspektîfa jinan gav avêt. Di sala 2014’an de jî bi hevserokatiyê me demokrasî da rûniştandin. Pergala hevserokatiyê diyariyek e ji jinên cîhanê re. Cara pêşîn temsîliyeke wekhev pêk hat.”
Başaran diyar kir dema ku qeyyûm hatine ser kar, beriya her tiştî saziyên jinan girtine û got “Saziyên me yên jinan kirin hedef. Ev ne bi tenê girtina saziyên jinan e. Ev encama polîtîkayekê ye. Tifaqa AKP û MHP’ê bi feraseta mêrserwer siyasetê dike. Bi rejîma qeyyûm re, xwest perspektîfa xwe ya îdeolojîk li herêman biafirînin. Dema ku şîddet li jinan dihat kirin, jin nedixwestin biçin navendên girêdayî desthilatdariyê. Jinan li saziyên şaredariyên me, xwe ewle hîs kirin.”
Başaran diyar kir ku divê jin mekanîzmayên têkoşîna hevpar ava bikin û got “Divê bi me sînordar nemîne. Divê em bi partiyên din re vê guherînê pêk bînin. Xeta têkoşîna hevpar wê nîşan bide ku têkoşîna jinan wê çawa were veguherandin.”
Panel bi axaftina beşdaran didome.