Jina ku zarok ji ber çû bi 50 salan hat cezakirin

Li Salvadorê jineke ku zarok ji ber çû bi 50 salan hat cezakirin.

Salvador di meseleya jiberkirina zarokan de tund e. Li Salvadorê jina bi navê Lesly Ramirez a zarok ji ber çû bi 50 salan hat cezakirin.

Dozgeriyê bi idîaya, Leslyê, piştî çebûnê zarok kuştiye ev cezayê giran da. Pisporan berê gelek caran gotibû ku zarok ji ber Lesly Ramirezê çûye.

Rêxistinên femînîst bertek nîşan da ku biryar biryareke bi zayendperestî ye û ragihand ku ji bo Lesly bê berdan ew ê îtirazê bikin.

Lesly ya ji malbateke cotyar a xizan dibêje ku ew di xaniyekî bê ceyran û av de dimîne û bêyî hemdê wê zarok di tiwaletê de ji ber çûye.

Dozgerî dibêje ku Leslyê zarok 6 caran kêr kiriye. Buroya dozgeriyê da xuyakirin ku stûyê zarokê hatiye jê kirin ji wê boneyê jiyana xwe ji dest daye.

Bi qanûnê ceza yê Salvadarê ji sala 1998’an ta bi niha kurtaj, dest dirêjê jinan jî bibe, bi ducanîtiyê tenduristiya jinan bikeve xeteriyê jî tê qedexekirin.

Dozger û dadger bi çavê kuştinê li kurtaja ji mejbûrî jî dinihêrin û heta bi 50 salan cezayê hepsê didin.

Ji sala 2009’an ta bi niha, bi piştgiriya rêxistinên femînîst, 65 jinên ji ber rewşên bi lezgînî yên wek ketina zarokan ya jî çêbûnê hatin mehkûmkirin bi pişt re hatin berdan, lê hêj jî hin jin girtî ne.