Nerîman Bîçen ya 25 salî ku di pola 2’mîn Fakulteya Karsazî ya Zanîngeha Dîlokê dixwend, li odeya wargeha xwendekaran bi lûleya kalorîferê ve daliqandî hate dîtin.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, Bîçena ku ji bo xwendinê ji navçeya Dêrik ya Mêrdînê hate zanîngeha Dîlokê, dema ku ji odeya xwe ya wargeha xwendekaran ya di Kampusa Zanîngeha Dîlokê de derneket, hevalên wê derî şikandin. Hevalên wê ku ketin odeyê termê jina ciwan bi ban ve daliqandî dîtin. Hevalên wê agahî dane rayedarên wargeha xwendekaran, her wiha piştî ku polîs hatin cihê bûyerê û lêkolîn pêkanîn, cenazeyê Bîçen rakirin morga Saziya Tiba Edlî.