'Jina azadîxwaz her tim ciwan e'

Ferîde şêst û yek salî ye lê hina wekî ciwanekê tevdigere û kelecanî ye. Dema me pirsî temenê wê mezin lê xuya nake, got, ”Jina bi tevgera azadiyê re bide, bistîne û azadî xwazbe her tim ciwan e û bihêz e"

Jina Kurd di dîrokê de bi helwest û jîrbûna xwe tê zanîn lê hişmendiya mêr derfet nedida ku ew bi azadî fikir û ramanên xwe der bike.

Di demên dawî de pir behsa jina azad an têkoşer û şoreşger dibe, lê bingeha xwe ne nû ye, çil sal derbasbûye ku di her malekê de Berîvan, Berîtan, Zîlan .hwd hene, ev nav her yek destanek bi serê xwe afirandin di hişmendiya civakê de û gelek guhartin pêk anîn, dema yek navê jineke têkoşer û azadîxwaz li zarokê xwe bike helbet mebest ew e ku zaroka wan jî wek wan bibe.

Kobanê jî ne cuda ye, herêmeke Kurdan e ku gelek guherîn lê çêbûn, lê gelek jinên destpêkê ji bo ev qalib were şikandin têkoşîn kirine li hember malbat û êla xwe. Bi sedan mînakên wiha tên dîtin, yek ji van jinan dayîka Fero ye ku navê xwe Ferîde Ehmed lê bi Fero tê nasîn.

Ferîde ruxmî zor û zehmetiyan jî têkoşîn kiriye. Ji me re qale salên heştêyî û nodî kir: "Wê demê jinek derkete biaxiviya an qala siyasetê bikira civakê ew bi çavekî biçûk û kêm didîtin.”

Ferîde dibêje ji aliyê hevserê wê ve ti pirsgirêk nîn bûn, lê civak û malbat her dibûn asteng, bi hatina tevgera azadiyê re û tevlêbûna jinan di nav tevgerê de, hêdî hêdî jinê dikaribû hinek qale xwe bike. Bi tayîbet jî ew jinên pêşeng wek Şehîd Dicle, Berîvan, Berîtan, Viyan.

Ferîde şêst û yek salî ye lê hina wekî ciwanekê tevdigere û kelecanî ye. Dema me pirsî temenê wê mezin lê xuya nake, got, ”Jina bi tevgera azadiyê re bide, bistîne û azadî xwazbe her tim ciwan e û bihêz e"

Di heft salên dawî de jinên Rojavayên Kurdistanê gavên pir mezin avêtin; di her warî de, ji rêveberiyê heta aniyên şer êdî mirov dikare bibêje jin bûye xwedî statû li Rojavayê Kurdistanê.